Rojeva Kurdên Almanya’yê COSMO Kurdî

COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.

Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.

Download? Rechte Maustaste!

Um das Audio herunterzuladen, klicken Sie bitte mit der rechten Maustaste auf "Download". Dann wählen Sie "Ziel speichern unter ..." oder "Link speichern unter ...", um das Audio zu speichern.

Pisîk Çay Venaxwin

Pisîk Çay Venaxwin COSMO Kurdî 11.08.2023 32:01 Min. Verfügbar bis 10.08.2028 COSMO

Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê Ayhan Urmiye di pirtûka xwe ya kurteçîrokan de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman a bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de digel wan dijî


Konferansa Hannoverê / Rewşa li Îranê

Konferansa Hannoverê / Rewşa li Îranê COSMO Kurdî 04.08.2023 27:56 Min. Verfügbar bis 03.08.2028 COSMO

© WDR 2023


Peymana Lozan'ê û Destûra 1921'an

Peymana Lozan'ê û Destûra 1921'an COSMO Kurdî 28.07.2023 38:44 Min. Verfügbar bis 27.07.2028 COSMO

© WDR 2023


Şidetên malbatî

Şidetên malbatî COSMO Kurdî 21.07.2023 33:04 Min. Verfügbar bis 20.07.2028 COSMO

© WDR 2023


NATO: Tirkiye'yê vetoya Swêd'ê rakir

NATO: Tirkiye'yê vetoya Swêd'ê rakir COSMO Kurdî 14.07.2023 32:25 Min. Verfügbar bis 13.07.2028 COSMO

Tirkiye'yê piştî 15 mehan vetoya xwe ya ser endametiya Swêd'ê ya li cem NATO'yê rakir. Îcar di endametiya Swêd’ê ya li cem NATO’yê serkeftina mezin ya kê ye? Û herweha di encama vê yekê de herî zêde kê wenda kir? Em van pirsan û çendîn pirsên din ji pisporê zanistên siyasî ji Sinan Önal dikin.


Li Swêdê şewitandina Qur'anê, li Elmanyayê dijminatiya misilmana

Li Swêdê şewitandina Qur'anê, li Elmanyayê dijminatiya misilmana COSMO Kurdî 07.07.2023 30:46 Min. Verfügbar bis 06.07.2028 COSMO

© WDR 2023


Rojava: Daişiyên biyanî tên darizandin

Rojava: Daişiyên biyanî tên darizandin COSMO Kurdî 30.06.2023 36:38 Min. Verfügbar bis 29.06.2028 COSMO

Rêveberiya xweser piştî têkçûna Daişê ya li ser erdê bang li welatên peywendîdar û civaka navnetewî dikir, ku hevwelatiyên xwe yan bibin û bixwe darizînin yan jî piştgirî bidin, ku li Rojava Trîbunaleke Navnetewî were damezirandin. Bersivek ji wan nehat û Rêvberiya Xweser jî di vê dawiyê ragihand, ew nema li benda civaka navnetewî dimînin û ewê dest bi darizandina Daişiyên biyanî bikin.


Li Almanyayê pêla germê û krîza jîngehê

Li Almanyayê pêla germê û krîza jîngehê COSMO Kurdî 23.06.2023 32:47 Min. Verfügbar bis 22.06.2028 COSMO

© WDR 2023


Qanûna Terorê: Kurdên Swêd'ê bi fikar in

Qanûna Terorê: Kurdên Swêd'ê bi fikar in COSMO Kurdî 16.06.2023 30:23 Min. Verfügbar bis 15.06.2028 COSMO

Qanûna nû ya dij-terorê ya Swêd’ê ket meriyetê û darizandina pêşîn a ji ber vê qanûnê jî dest pê kir. Lê belê qanûnê him li cem raya giştî ya Swêd’ê him jî li cem Kurdên Swêd’ê dengveda û rastî nerazîbûn û rexneyan hat. Di derbarê wan rexne û fikaran de em jî ji beşa Kurdî ya Radyoya Swêd’ê bi rojnameger Beşîr Kavak re bipeyivin, ku ev demeke dirêj e, van mijaran ji nêz ve dişopîne.


Pirsa Yekşemê ji bo hilbijartinên federal

Pirsa Yekşemê ji bo hilbijartinên federal COSMO Kurdî 09.06.2023 33:18 Min. Verfügbar bis 08.06.2028 COSMO

© WDR 2023


HDP'ê çima deng wenda kirin?

HDP'ê çima deng wenda kirin? COSMO Kurdî 02.06.2023 35:56 Min. Verfügbar bis 01.06.2028 COSMO

© WDR 2023


Hevwelatîbûn

Hevwelatîbûn COSMO Kurdî 26.05.2023 28:25 Min. Verfügbar bis 25.05.2028 COSMO

© WDR 2023


„Hilbijartinên li Tirkiyeyê“

„Hilbijartinên li Tirkiyeyê“ COSMO Kurdî 19.05.2023 24:39 Min. Verfügbar bis 18.05.2028 COSMO

© WDR 2023


Dîlan Örs hêviya xwe ji welêt nebirriye

Dîlan Örs hêviya xwe ji welêt nebirriye COSMO Kurdî 12.05.2023 25:44 Min. Verfügbar bis 11.05.2028 COSMO

Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û dengdanên li derveyî welêt di dawiya meha Nîsan’ê dest pê kir. Di nav wan kesan de, ku dengê xwe da keça Hozan Canê Dilan Örs jî hebû. Em jî pê re li ser wê yekê dipeyivin, ka wê çima deng da, ka bendewariyên wê çi ne. Hevdem, halê hazir li Tirkiye’yê 64 hevwelatiyên Alman di girtîgehê de ne û zêdeyî 60 hevwelatiyên Alman li Tirkiye’yê asê mane, ji ber ku derbarê wan de qedexeya derketina ji welêt heye.


14'ê Gulanê: Hilbijartinên li Tirkiye'yê û li Bremen'ê

14'ê Gulanê: Hilbijartinên li Tirkiye'yê û li Bremen'ê COSMO Kurdî 05.05.2023 35:05 Min. Verfügbar bis 04.05.2028 COSMO

Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û di van hilbijartinan de ewê him serokkomarekî nû û him jî parlamentoyeke nû were hilbijartin. Em jî di vî warî de ji Zanîngeha Dîcle’yê bi huquqnas Vahap Coşkun re dipeyivin. Hevdem di 14’ê Gulan’ê de li Bremen’ê jî hilbijartin hene.Cindî Tuncel jî ji sala 201‘an ve endamê parlemtoyê ye û vê carê jî ji partiya Çep namzet e. Em jî bi vî siyasetmedarê Kurd ê Ezîdî di derbarê hilbijartinan de dipeyivin.


Kurd di sedsala nû de, Peymana Lozanê

Kurd di sedsala nû de, Peymana Lozanê COSMO Kurdî 28.04.2023 34:04 Min. Verfügbar bis 27.04.2028 COSMO

© WDR 2023


TİP'ê çav berda dengên HDP'ê

TİP'ê çav berda dengên HDP'ê COSMO Kurdî 21.04.2023 23:41 Min. Verfügbar bis 20.04.2028 COSMO

Di 14’ê Nîsanê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî parlamentoyê tên li dar xistin. Heta niha hemû lîste û namzet jî misoger bûn û ji aliyê YSK’ê ve hatin pesend kirin. Lê belê wekî ku me hefteyên buhurî jî ragihandibû, endama Bloka Ked û Azadiyê TİP, li hin bajaran bi listeyên xwe dikeve hilbijartinan û dibe reqîbê lîsteyên Partiya Çep a Kesk. Di vî warî de li cem Kurdan ne tenê dilşikestin lê belê hêrsek jî heye. Di vî warî de em jî bi Rojnamager Irfan Aktan re dipeyivin.


„20 sal piştî Iraqê, çi bû?“

„20 sal piştî Iraqê, çi bû?“ COSMO Kurdî 14.04.2023 28:47 Min. Verfügbar bis 13.04.2028 COSMO

© WDR 2023


Maceraya firotina nefta Kurdistan'ê

Maceraya firotina nefta Kurdistan'ê COSMO Kurdî 07.04.2023 53:28 Min. Verfügbar bis 06.04.2028 COSMO

Di 14’ê Gulanê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin. Nazmet hêdî hêdî zelal dibin. HDP ji ber tirsa doza girtinê di bin navê partiya çep a Kesk de dikeve hilbijartinan û ji bo serokkomariyê bixwe namzetek nîşan neda. Di 23’ê Adarê de Dadgeha Navnetewî ya Tahkîmê Milyar û nîv dolar cezayê père da Tirkiye’yê çima ku bêyî rizamendiya Bexda’yê nefta Kurdistan’ê difirot.


8 hefte piştî erdheja

8 hefte piştî erdheja COSMO Kurdî 31.03.2023 27:52 Min. Verfügbar bis 30.03.2028 COSMO

© WDR 2023


Li Almanya'yê nijadperestiya dij Kurdan

Li Almanya'yê nijadperestiya dij Kurdan COSMO Kurdî 24.03.2023 42:55 Min. Verfügbar bis 23.03.2028 COSMO

© WDR 2023


„Newroz bi minasebeta bûyeran“

„Newroz bi minasebeta bûyeran“ COSMO Kurdî 17.03.2023 41:26 Min. Verfügbar bis 16.03.2028 COSMO

© WDR 2023


Hilbijartinên Serokkomarî - Nêzîkbûna Enqere û Şam

Hilbijartinên Serokkomarî - Nêzîkbûna Enqere û Şam COSMO Kurdî 10.03.2023 28:28 Min. Verfügbar bis 09.03.2028 COSMO

© WDR 2023


„Rewşa niha ya Îranê“

„Rewşa niha ya Îranê“ COSMO Kurdî 03.03.2023 30:42 Min. Verfügbar bis 02.03.2028 COSMO

© WDR 2023


Erdhej: Bajarên Kurdan bêxwedî hatin hiştin

Erdhej: Bajarên Kurdan bêxwedî hatin hiştin COSMO Kurdî 24.02.2023 01:00:20 Std. Verfügbar bis 24.02.2028 COSMO

Kurdên li Sûrî ji ber cudakariya li hember gilî û gazinan dikin, ku alîkariyên navnetewî nadin wan. Hevpeyvîna digel Yusuf Muhammed. Di derbarê travmaya erdhejê de heypevyîna digel dêrûnînas û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan. Romana dawî ya Bextiyar Elî Dagirkirina Tarîtiyê dibe şano. Hevpeyvîna digel derhêner Ihsan Othmann


Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhej çêbûn

Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhej çêbûn COSMO Kurdî 17.02.2023 32:44 Min. Verfügbar bis 17.02.2028 COSMO

© WDR 2023


Piştî erdheja dijwar hewldan berdewam in

Piştî erdheja dijwar hewldan berdewam in COSMO Kurdî 10.02.2023 54:05 Min. Verfügbar bis 10.02.2028 COSMO

© WDR 2023


Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî

Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî COSMO Kurdî 03.02.2023 26:39 Min. Verfügbar bis 03.02.2028 COSMO

© WDR 2023


Hevpeyvîna taybet a digel Selahattin Demirtaş

Hevpeyvîna taybet a digel Selahattin Demirtaş COSMO Kurdî 27.01.2023 29:20 Min. Verfügbar bis 27.01.2028 COSMO

© WDR 2023


Almanya'yê fermana Êzîdiyan nas kir

Almanya'yê fermana Êzîdiyan nas kir COSMO Kurdî 20.01.2023 44:02 Min. Verfügbar bis 20.01.2028 COSMO

Bundestag’ê zilma hov a rêxistina terorê ya Daiş’ê ya ser Êzîdiyan a wekî Genozid anku nijadkujî pênase kir. Meclîsa Federal roja pêncşemê pêşniyara fraksiyonên SPD, Partiya Kesan û FDP’ê bi yek dengî pejirand. Fraksiyonên partiya Çep û AfD, ku di amadekirina biryarê de beşdar nebûbûn, dengê erê dan.


Beriya hilbijartinan zextên ser HDP'ê

Beriya hilbijartinan zextên ser HDP'ê COSMO Kurdî 13.01.2023 25:55 Min. Verfügbar bis 13.01.2028 COSMO

Doza girtina HDP, doza Kobaniyê û doza li dij şaredarê Stenbol’ê. Ev doz ewê hemû encamên hilbijartinan diyar bikin. Herweha vê heftê HDP ragihand ewê bixwe namzetek nîşan bide û bikeve hilbijartinên serokkomariyê. Emê ji Amedê ji nûçegihana xwe Hatice Kamer bipirsin, ka sedem û dengvedanên vê biryarê çi ne ?


„Xaça Federalî ji Feryad Fazil Omer re“

„Xaça Federalî ji Feryad Fazil Omer re“ COSMO Kurdî 06.01.2023 37:49 Min. Verfügbar bis 06.01.2028 COSMO

© WDR 2023


Li Parîs'ê dîsa komkujî

Li Parîs'ê dîsa komkujî COSMO Kurdî 30.12.2022 20:06 Min. Verfügbar bis 30.12.2027 COSMO

Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane.

Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane.


Çiya Rabiî: Lehengê Würzburg

Çiya Rabiî: Lehengê Würzburg COSMO Kurdî 23.12.2022 30:22 Min. Verfügbar bis 23.12.2027 COSMO

Penaberê Kurd Çiya Rabiî parsal li bajarê Würzburg'ê mînakeke wêrekiya medenî nîşan da û li hember êrîşbirekî rawestiya. Ev mêrikê xelkê Mahabad hejayî çendîn xelatan hat dîtin.


Reva ji destê dadgerên Erdoğan

Reva ji destê dadgerên Erdoğan COSMO Kurdî 16.12.2022 39:19 Min. Verfügbar bis 16.12.2027 COSMO

Hejmara hevwelatiyên Alman, ku li Tirkiye'yê asê mane ber bi zêdebûnê ve diçe. Wezareta derve ragihand, niha zêdeyî 120 hevwelatî li Tirkiye'yê girtî ne yan di derbarê wan de qedexeya derketina derveyî welêt heye. Ji Hamburg’ê bi Îlhamî Akter, ew jî ji ber parvekirinên ser torên civakî li Tirkiye’yê hatiye girtin û hetta ceza jî xwariye. Lê camêr wekî fîlmên aksiyonê ji Tirkiye’yê reviya û xwe gihand Almanya’yê. Û ev serpêhatiya xwe kir pirtûk û bi Tirkî û Almanî weşand.


Pereyê hevwelatiyan, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor

Pereyê hevwelatiyan, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor COSMO Kurdî 09.12.2022 30:28 Min. Verfügbar bis 09.12.2027 COSMO

Di sala nû de, di warê alikariyên sosyal, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor ên biyanî de hin guhertin pêk tên. Wekî mînak di şûna Hartz IV de Bürgergeld. Lê ewê çi biguhere?


Tirkiye dîsa êrîşî Rojava dike

Tirkiye dîsa êrîşî Rojava dike COSMO Kurdî 02.12.2022 30:15 Min. Verfügbar bis 02.12.2027 COSMO

Piştî êrîşa li Stenbol’ê ya 13’ê Mijdarê herkes li bendê bû, Tirkiye vê êrîşê ji xwe re bike hincet û êrîşî Rojava bike. Weha jî bû û Tirkiye ji 19’ê Mijdarê û vir ve bi firokeyên şerrî û topan êrîşî herêmên rêveberiya xweser dike. Hat ragihandin, di êrîşan de heta niha 13 sivîl hatin kuştin ku di nava wan de rojnamevanek jî heye. Herweha zarokek û rojnamegerî din jî tê de bi dehan kes birîndar bûn. HSD’ê ragihand herî kêm 20 şervanên wan di encama êrîşan de jiyana ji dest dane.


„Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin“

„Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin“ COSMO Kurdî 25.11.2022 33:56 Min. Verfügbar bis 25.11.2027 COSMO

© WDR 2022


Êrîşa Stenbol'ê karê kê ye?

Êrîşa Stenbol'ê karê kê ye? COSMO Kurdî 18.11.2022 40:28 Min. Verfügbar bis 18.11.2027 COSMO

Yekşema buhurî li kolana Îstîklalê êrîşeke bombeyî pêk hat, ku di encamê 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndar kirin. Êrîşbira bergûman çend saet piştî bûyerê hat girtin. Dezgehên fermî ragihand, ku êrîşbir li xwe mukir hatiye, ku endama PYD/PKK’ê be û ji Kobani’yê hatiye. Aliyê Kurdî ev îddîa red kirin. Hevdem gelek agahiyên nakok derketin holê, ku digihîjin heta rêxistina MHP ya navçeya Güçlükonak a Şirnex’ê. Ji Amedê, nirxandinên rojnameger Hatice Kamer.


„Enflasyon di nav karsazan de“

„Enflasyon di nav karsazan de“ COSMO Kurdî 11.11.2022 26:35 Min. Verfügbar bis 11.11.2027 COSMO

© WDR 2022


Li Efrîn'ê çi diqewime?

Li Efrîn'ê çi diqewime? COSMO Kurdî 04.11.2022 39:57 Min. Verfügbar bis 04.11.2027 COSMO

Piştî ku Erdoğan sinyala wê yekê da, ku ewê siyaseta xwe ya hember rejîma Esad biguherîne, ne tenê li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin li dar xistin, lê herweha Şaxa Sûrî ya Al Qaide, Heyet Tehrir’l Şam ket Efrînê. Ev hemû jî bi rizmanediya Tirkiye’yê pêk hat. Gelo Tirkî dixwaze ji artêşa azad re bêje, ser xwe re neçin, heddê xwe zanibin? Yan dixwaze di hevdîtinên digel rejîmê de eniyeke xurttir derxe pêşiya Esad? Em van pirsan, ji Washington‘ê ji rojnameger Sirwan Qiço bikin.


Tirsa penaberan ji ku tê?

Tirsa penaberan ji ku tê? COSMO Kurdî 28.10.2022 25:58 Min. Verfügbar bis 28.10.2027 COSMO

© WDR 2022


Sînemaya Kurdî yan Sînemaya bi Kurdî?

Sînemaya Kurdî yan Sînemaya bi Kurdî? COSMO Kurdî 21.10.2022 36:43 Min. Verfügbar bis 21.10.2027 COSMO

Vê heftê bi boneya festîvala fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê em behsa sînema Kurdî dikin. Di vî warî de em bi listîkvanê sînemayê Bilal Bulut re li ser fîlm û fîlmsaziya Kurdî dipeyivin. Camêr him di fîlmên Kurdî û Tirkî de dilîze û herweha yek ji amadekarên festîvala Hamburg’ê ye.


„enflasyon û newekheviya civakî“

„enflasyon û newekheviya civakî“ COSMO Kurdî 14.10.2022 34:05 Min. Verfügbar bis 14.10.2027 COSMO

© WDR 2022


Serhildana Jinan: Jin, Jiyan, Azadî

Serhildana Jinan: Jin, Jiyan, Azadî COSMO Kurdî 07.10.2022 49:08 Min. Verfügbar bis 07.10.2027 COSMO

Ev sê hefte ne li seranserî Îran’ê xwepêşandan berdewam dikin, ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê Rojhilat’ê Kurdistan’ê hatibûn dest pê kirinin. Xwepêşandan li seranserî cîhanê deng vedidin. Em jî li ser xwepêşandan û serhildanên jinan ên li Îran’ê digel çalakvana mafên jinan Zeinab Bayazidi dipeyivin. Birêz Beyazîdî bi xwe xelkê Rojhilat e û bi salan di zindanê de maye, berî ku were Almanya’yê.


Kuştina Jîna Emînî

Kuştina Jîna Emînî COSMO Kurdî 30.09.2022 39:22 Min. Verfügbar bis 30.09.2027 COSMO

Xwepêşandanên ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya bi destê polîsên Komara Îslamî, dest pê kiribûn bê navber berdewam dikin. Pirraniya wan li Rojhilatê Kurdistanê dora 54 xwepêşandêr hatin kuştin û bi sedan kes jî hatin birîndar kirin. Aqûbeta bi sedan kesan, ku hatine girtin jî nayê zanîn. Li Almanya û welatên din ên Ewropa'yê jî çalakî tên li dar xistin.


Li cem polîsa Berlîn'ê nijadperestî

Li cem polîsa Berlîn'ê nijadperestî COSMO Kurdî 20.09.2022 38:42 Min. Verfügbar bis 20.09.2027 COSMO

Di 9'ê mehê de, di serdegirtina malekê ya li Berlîn’ê de polîsek, li dij xwediyê malê gotinên nijadperest bi kar anî. Polîsa Berlîn’ê ew polîs yeskser ji karê derve kişand û hikûmeta Berlîn’ê jî bûyer şermezar kir. Gelo ev helwest bi rastî heta dawiyê weha bimeşe yan wekî bûyerên din ên bi vî rengî, di taliyê de berpirsiyar ceza nexwin? Li ser vê bûyerê û li ser helwesta rayedaran em jî digel Endamê Parlamentoya Eyaletê ya Berlîn’ê birêz Jian Omar re dipeyivin.


Kêmaniyên olî ji Iraq'ê direvin

Kêmaniyên olî ji Iraq'ê direvin COSMO Kurdî 16.09.2022 31:50 Min. Verfügbar bis 16.09.2027 COSMO

© WDR 2022


Yaşar Kemal bi Kurdî

Yaşar Kemal bi Kurdî COSMO Kurdî 09.09.2022 52:39 Min. Verfügbar bis 09.09.2027 COSMO

Vê heftê mijara me yek ji mezintirîn nivîskarên wêjeya bi zimanê Tirkî Yaşar Kemal e, ku pirtûkên wî Kurdî jî tê de bo zêdeyî çil zimanan hatine wergerandin. Di vê beşê de emê guh didin nirxandinên rexnegîr û weşangeran û em herweha digel Wergêr û Rojhilatnas Bekir Şiwanî dipeyivin, ku pirtûkeke li ser vî nivîskarê mezin wergerandiye Kurdî Soranî. Wekî din fîlmsaz Sîrwan Rehîm ji me re him behsa belgefîlma ser Yaşar Kemal û him jî qonaxên jiyan û nivîskariya Yaşar Kemal dike.


Îran û Rêkeftina Navokî

Îran û Rêkeftina Navokî COSMO Kurdî 02.09.2022 32:23 Min. Verfügbar bis 02.09.2027 COSMO

Serok Biden hewlê dide, ku rêkeftina navokî ya digel Tehran'ê, ku Trump di 2018'an jê vekişiya bû careke din vejîne. Lê belê him Komarparêz him Îsraîl ji vê yekê nerazî ne. Bi saya rêkeftina atomî (navokî) ya di dema serokê DYE Obama de, him Îran bernameya xwe ya navokî sînordar kir him jî mueyyideyên ser Îran’ê bi qismî bin jî hatin rakirin. Lê belê di sala 2018’an de serokê wê demê yê DYE Trump ji vê rêkeftinê vekişiya û pêkirinên girantir danîn ser Komara Îslamî.