Live hören
Jetzt läuft: A demain von Cee ElAssaad

Xwepêşandanên li Îranê û şerê li Helebê COSMO Kurdî 16.01.2026 30:19 Min. Verfügbar bis 16.01.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV Xwepêşandanên li Rojhilat û Îran'ê

Stand:

Xwepêşandan û nerazîbûnên di nav welatiyên Îranê de berdewam dikin û hejmara xwepêşandêrên kuştî zêde dibe. Ji Hangaw Shler Bapiri rewşa dawî rave dike.

Von Kamil Basergan

Eine Demonstrantin hält auf einer Solidaritätskundgebung in Paris am 11. Januar 2026 ein brennendes Foto von Ayatollah Khamenei in die Kamera

Xwepêşandan û nerazîbûn di nav welatiyên Îranê de berdewam dikin, û xwepêşander li dijî rêberê Komara Îslamî, Xameneyî, derdikevin. Ew dirûşman dibêjin; sedemeke sereke ya van xwepêşandanan gendelî, neheqî û zehmetiyên aborî yên giran e. Îran di rewşeke aborî ya dijwar re derbas dibe, derfetên kar kêm dibin, bihayê xwarin û kelûpelên bingehîn bilind dibe, û nirxê diravê her ku diçe kêm dibe. Ev li gel wê yekê ye ku aboriya Îranê bi temamî wêran bûye, her wiha ew ji qeyrana avê û cezayên aborî yên ku li ser wê hatine danîn jî diêşe. Di heman demê de, cihêkariya olî, etnîkî û zayendî van protestoyan li gelek bajarên Îranê girantir kiriye, û xwepêşandan li beşên cuda yên welêt belav dibin. Tişta balkêş a van xwepêşandanan dirûşmên tund ên xwepêşanderan in li dijî rêberê Komara Îslamî ya Îranê (Elî Xameneyî) û rejîma Îranê.

Di podcasta vê hefteyê de, em bi birêz Shler Bapiri, çalakvaneke ji rêxistina mafên mirovan Hangaw re, derbarê protestoyan û rewşa heyî ya li Îran û Rojhelat (Kurdistana Rojhilat) diaxivin. Cîgirê Serokê Parlamentoyê (Nordrhein-Westfalen) Li ser navê Partiya Kesk, Birêz Bêrîvan Aymaz helsangand dê nirxandin û nêrîna me ya li ser bûyerên li Helebê, û nerazîbûn û protestoyên welatiyên Îranê û Rojava Kurdistanê pêşkêş bike. Em her wiha nêrîna birêz Behroz Ansari, endamê Rêxistina Cîhanî ya Kurd, li ser protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî dibihîzin. Li ber Parlamentoyê roja Sêşemê kombûn û protestoyek (Herêma North Rhine-Westphalia) Hejmarek beşdarên Kurd nêrînên xwe li ser sûcên li Helebê û protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anîn ziman.