Live hören
Jetzt läuft: A demain von Cee ElAssaad

Tadeya Dêrûnî ya Şer li ser Kurdan COSMO Kurdî 30.01.2026 29:36 Min. Verfügbar bis 30.01.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV Tadeya Dêrûnî ya Şer li ser Kurdan

Stand:

Li hember êrîşên ser Rojava, Kurd li her der ser piyan in. Pispor dibêjin ev şer û pevçûn li cem gelê Kurd dibe sedema bêzariyên dêrûnî jî. Vê heftê dêrûnînas Houshyar Faqehi û nivîskar Mahmoud Tschawisch dibin mêvanên me.

Von Kamil Basergan

Kundgebung in Deutz.

Şer û pevçûn bandoreke kûr a psîkolojîk û gelek caran demdirêj li ser wan kesan dike, ku rasterast bandorbûne, penaberan in, û her weha li ser mirovên li dîasporayê dijîn. Li gorî amarên Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê, ji her pênc kesan yek (nêzîkî 22%) ku di deh salên dawî de rastî şer û pevçûnan hatine, nexweşiyeke derûnî bi wan re çêbûye.

Di podcasta vê hefteyê de, em ê li ser karvedanên sûcên şer, tundûtûjî, kuştin, zilm û zordarî û koçberbûna welatiyan li Sûriyê, li Rojava û Îranê bipeyivin, bi taybetî li ser Kurdan. Vê heftê dêrûnînas Houshyar Faqehi û nivîskar Mahmoud Tschawisch dibin mêvanên me.