Live hören
Jetzt läuft: A demain von Cee ElAssaad

Siyaseta penaberan û girtîgehên dersînorkirinê COSMO Kurdî 19.12.2025 23:51 Min. Verfügbar bis 19.12.2026 COSMO


Download Podcast

ROJEV Penaberî: Serlêdan kêm dibin

Stand:

Di podcasta vê hefteyê de, em bi pispora xizmetên civakî Jihen Hairan re li ser siyaseta penaberiyê ya Almanyayê û kêmbûna serlêdanên penaberiyê yên sala 2025an nîqaş dikin. Hairan, her wiha bi awayekî xwebexş di karên siyasî û civakî de dixebite, û li komeleyên bajaran ên Munîh, Gladbach û Duisburgê piştgiriyê dide mijarên penaberan û jinan. Hin agahiyên li ser siyasetê û rêziknameyên têkildarî mafên penaberan li Almanyayê dê bibin beşa din a vê podcastê.

Von Kamil Basergan

Insasse steht vor einem vergitterten Fenster in der Unterbringungseinrichtung für Ausreisepflichtige (UfA).

Welatên Ewropa û Rojhilatê Navîn rûbirû krîzeke siyasî û aborî ya cîhanî ya kûr in ku parastina mafê penaberiyê kiriye yek ji mijarên navneteweyî yên herî girîng. Brîtanya û Almanya, du ji welatên herî girîng ên Ewropayê, xwedî sîstemên penaberiyê yên cuda û taybet in ku dîrok, çand û armancên wan ên siyasî nîşan didin. Bandorên guhertinên jeopolîtîk ên wekî şerê li Ukraynayê û bêîstiqrariya siyasî, gelek bername û polîtîkayên penaberiyê li seranserê cîhanê û li Ewropayê guhertiye.

Li gor navenda penaberiyê ya YE'yê ku Almanyayê ji sedî 21 ê tevahiya serlêdanên penaberiyê yên li Yekîtiya Ewropayê wergirtiye, ku ev rêje li gor Fransayê (%14) û Îtalyayê (%12), gelek bilindtir e. Di heman demê de li gorî raporeke UNHCR'ê, Brîtanya tenê ji sedî 1 ê ji penaberên cîhanê distîne.

Polîtîkaya penaberiyê ya heyî ya Almanyayê di cîbicîkirina reforma nû ya di çarçoveya penaberiyê ya YE'yê (GEAE) de ye, ku prosedurên bileztir û rêgezên tundtir tîne. Her wiha tedbîrên neteweyî yên wekî dersînorkirinên bilez û kêmkirina alîkariyan jî di nav xwe de dihewînin. Her çend hejmara penaberên nûgihîştî kêm dibe jî, hejmareke mezin a serlêdanên ji Efxanistan, Sûriye û Tirkiyeyê berdewam in.