Şerê Îranê dijwartir dibe. COSMO Kurdî . 13.03.2026. 35:11 Min.. Verfügbar bis 13.03.2027. COSMO.
ROJEV : Şerê Îranê dijwartir dibe
Stand:
Şerê Îran'ê her ku diçe dijwartir dibe û Komara Îslamî di warê leşkerî de mderbeke mezin xwar. Ji bo êrîşeke bejahî navên pêşmergeyên partiyên Kurd ên Rojhilatî derbas dibin. Çavdêrê siyasî Shorsh Alyari, rojnameger Agiri Emailnazhad û çalakvan Mahdi Fattahi mêvanên vê hefteyê ne.
Von Kamil Basergan
Êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li ser Komara Îslamî berdewam dikin û her ku diçe berfirehtir jî dibin. Herçend Îran di warê leşkerî de derbeke mezin xwariye jî, Komara Îslamî ber xwe dide û bi êrîşkirina ser bingehên leşkeri yên Amerîkî yên li welatên herêmê hewlê dide vî şerî bike şerekî herêmî.
Hevdem, partiyên Kurdî yên Rojhilatî jî di nîqaşên siyasî de dibin rojeva sereke. Di vê beşê de, çavdêrê siyasî Shorsh Alyari dipeyive, ku çend roj berê ji Almanyayê vegeriya da ku piştgiriyê bide partî û gelê Rojhilatê Kurdistanê.
Herweha ji Awistiryayê rojnamevan Agiri Esmailnazhad derbarê bandora şerê ku di 28ê Sibatê de dest pê kir rave dike. Nirxandinên Mahdi Fattahi, çalakvanekî siyasî û rojnamevan, a derbarê vî şerî û paşeroja Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, û herwiha agahiyên zêdetir, dê di beşeke din a vê xelekê ne.