Live hören
Jetzt läuft: A demain von Cee ElAssaad

Sûriye, salek piştî Esed COSMO Kurdî 05.12.2025 38:03 Min. Verfügbar bis 05.12.2026 COSMO


Download Podcast

ROJEV Sûrî: Salek piştî hilweşîna rejîmê

Stand:

Em vê heftê ji Beşa Rojhilata Navîn a Civata ji bo Gelên di bin Xeterê de (GfbV) bi Dr. Kemal Sido re diaxivin. Her wiha li Stûdyoya Cosmo Kurdî mêvanên me hene: Çalakvana alîkariya penaberan, werger û alîkara jin û ciwanan Xanim Sara Alomari, û Birêz Renas Sido, ku bi awayekî xwebexş wek werger dixebite û di warê perwerdehiya siyasî û şêwirmendiya malbatî de li AVP e.V. cih digire. Renas Sido herweha nivîskarê pirtûka "Zeytûnên min li ku ne?" ye.

Von Kamil Basergan

 Ein syrischer Junge steht unter einem riesigen Porträt des verstorbenen syrischen Präsidenten Al-Assad, übermalt mit den Farben der sogenannten "revolutionären" Flagge.

Dema ku rejîma Esed di Kanûna 2024an de hilweşiya, gelek Sûriyan ew wekî xaleke werçerxanê ya dîrokî dît – çirûskek hêviyê ji bo destpêkeke nû. Hikûmeta nû ya veguhêzê soza aştî û reformên siyasî da. Lê ew şahî niha wisa dixuye ku ji holê rabûye: serkeftinên bilez, wek mînak di çareserkirina bêkariyê de, pêk nehatin. Di heman demê de, kiryarên tundûtûjiyê zêde dibin û hikûmeta veguhêz nikare parastina hemû hindikahiyan garantî bike. Tirs ji rejîmeke nû ya totalîter zêde dibe. Hikûmeta veguhêz a li Sûriyê tam dixwaze çi bi dest bixe? Gelo dewleteke hembêhêr a ku bikaribe li hember rastiyên civakî yên aloz dadmend be, mimkun e?

Li gor nûçeyên ji herêmê, Salek piştî bidawîbûna rejîma dîktatorî ya hovane ya Esed li Sûriyê, bûyerên darizandina bilez a derveyî dadgehê zêde dibin, ku pir caran berendamên berê yên rejîma Esed dibin armanc. Hikûmeta heyî tenê karîbûye beşeke pir biçûk a pirsgirêkê kontrol bike. Salek ji hilweşîna dîktatorê Sûriyê Beşar el-Esed derbas bûye, lê Sûriye hîn jî ne aram e.

Die Syrische Flagge, im Vordergrund die Gesichter von Baschar al-Assad und HTS-Anführer al-Dscholani

Di van demên dawî de, raporên nerihetker û tevlihev ji aliyê dezgeh û rêxistinên serbixwe ve zêde bûne. Wek mînak, di meha Cotmehê de, li gundê Enez ê li parêzgeha Humsê, ku bi piranî Xiristiyan e, du zilam ji aliyê êrîşkaranên bi maske yên li ser motosîkletê ve hatin gulebarankirin û kuştin. Hin şîrovekaran diyar kirine ku ev kuştin ji ber nefretê mezhebî bûne û hikûmeta nû ya Sûriyê berpirsiyar dîtine. Hinekên din berpirsiyariya xistine stûyê piştgirên berê, ango endamên rejîma Esed, û îdia dikin ku wan dixwest di navbera komên cuda yên nifûsê de aloziyê derxînin.