Live hören
Jetzt läuft: A demain von Cee ElAssaad

Rojhilat: Hêzên Kurdî garantî dixwazin COSMO Kurdî 06.03.2026 46:47 Min. Verfügbar bis 06.03.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV Rojhilat: Kurd garantiyê dixwazin

Stand:

Îsraîl û Amerîka careke din li Îran’ê dixin û Komara Îslamî ber xwe dide. Çavê Îsraîl û Amerîka li Kurdên Rojhilat e, ku li ser erdê şerê Komara îslamî bikin. Lê bi taybetî piştî tecrûbeya Rojava Kurdên Rojhilat bi baldarî tevdigerin. Gelo şerê Îran’ê ji bo Kurdan derfetek yan xeterek e? Hevkariya bi Amerîka ewê li ser çi şert û mercan be? Hêzên Kurdî çiqas amade ne? Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan'ê- KJAR'ê Maryam Fathi rave dike.

Von Celil Kaya

Ein Arbeiter trägt eine iranische Flagge auf die Trümmer einer Polizeistation, die am Mittwoch, dem 4. März 2026, in Teheran von einem Luftangriff getroffen wurde.

Piştî şerê 12 rojî ya Îsraîl û Îran’ê ya Hezîrana 2025’an, di 28’ê Sibatê de Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka careke din det bi êrîşên ser Îran’ê kir. Serokê Amerîka Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsand, ku yek ji xebistirîn kesên dîrokê, Khamanei hatiye kuştin û pê re jî çeteyê wî yê xwînxwar. Belê hat ragihandin ji bilî Xamaneyî 48 serkirdeyên Komara Îslamî di yekemîn pêla êrîşan de hatine kuştin.

Ji hingî ve Îsraîl û Amerîka bê navber mûşek û bombe dibarînin ser Îran’ê û di serî de bingehên Sûpaya Pasdaran, Artêş û dezgehên dewletî tên hedef girtin. Li gor amarên Heyva Sor a Îran’ê li 174 bajaran li dijî 3 hezar û 500 cihan êrîş pêk hatine û heta niha herî kêm hezar û 230 kes hatine kuştin, ku di nav wan de sivîl jî hene. Wekî mînak 165 xwendekarên dibistanekê, ku bûbû hedefa mûşekan.

Serokê Amerîka Trump herweha bang li gelê Îran’ê jî kir û got, divê gelê Îran’ê dest deyne ser desthilatdariya welêt û ev şansekî mezin e, ku nabe ku ji dest bidin.

Çend rojên dawî Îsraîl û Amerîka bi taybetî bingehên leşkerî yên Rojhilatê Kurdistan’ê ji xwe re dikin hedef. Ji Urmiye heta Îlam’ê li dehan binkeyên sûpayê Pasadaran, artêş, polîs û dezgehên îstîxbaratî dixin. Helbet mebest ew e, ku ji hêzên Kurdî re rê vekin, ku li ser erdê êrîşê hêzên rejîmê bikin.

Hefteyek beriya destpêkirina şer di 22’ê Sibatê de 5 partiyên mezin ên Rojhilatê Kurdistan’ê yên wekî KDP Îran’ê, PJAK, PAK û Komele hevgirtineke siyasî ragihandibûn. 4’ê mehê partiyeke din jî li wan zêde bû. Û niha çavê Îsraîl û Amerîka lê ye, ku ev partî bi rejîmê re bikevin şer. Her ji ber vê yekê rejîma Îran’ê ev  çend roj in kampên van partiyên Kurdî yên li Başûrê Kurdistan’ê bombebaran dike.

Û niha çavê cihanê li Kurdên Rojhilat e, ka ewê ser erdê çer bikin yan na. Hêzên Kurdî jî dibêjin, piştî tecrûbeya Rojava, ew bê garantiyeke navnetewî ya ji bo mafên Kurdan di vî şerî beşdar nabin...