Live hören
Jetzt läuft: Sorry I'm Like This (BVNQUET Remix) von p-rallel

Rojava û Şam nakok dimînin COSMO Kurdî 12.12.2025 49:00 Min. Verfügbar bis 12.12.2026 COSMO


Download Podcast

ROJEV Rojava û Şam nakok dimînin

Stand:

Salek piştî rûxana rejîmê, Sûrî hîna jî him di warê aborî û him jî di warê ewlekariyê de ji seqemgiriyê dûr e. Çarenivîsa Rojava û Kurdan hîna jî mijara danûstandinan e. Desttêwerdanên welatên cîran ên wekî Îsraîl û Tirkiye’yê jî bê navber berdewam dikin. Hevpeyvîna digel Ferhad Ehmê, ji rêxistina sivîl PÊL.

Von Celil Kaya

Ji rêxistina sivîl Civil Waves PÊL- Ferhad Ehmê

Parsal di 27’ê Mijdarê de Heyet Tahrir eş-Şam (HTŞ) a di bin serokatiya Ebû Muhammed Colanî dest bi êrîşekê kirin. Di nav sê rojan de Heleb ket û di 8’ê Kanûnê de jî hêzên HTŞ’ê ketin paytext Şamê.

Heman rojê serokdewlet Beşar Esad ji welêt reviyta û bi vî awayî dawî desthilatdariya 61 salî ya rejîma Beasê hat. Deshilatdariya malbata Esad ku ji 1971’ê û vir ve berdewam dikir hilweşiya û dawî li şerê navxweyî ya Sûrî hat.

Colanî ku ev bi salan bû serokatiya komên cihadîst dikir û herêma Idlib’ê di bin destê wî de bû, li qesra serokatiyê rûnişt û navê xwe jî kir Ahmed Şara. Şara têkiliyên xwe yên digel Tirkiye, Erebistana Suûdî û Qetar’ê xurt kirin.

Herweha hewldanên Şara yên digel welatên rojavayî jî gelek serkeftî bû. Du hefte piştî ketina rejîmê Amerîkiyan şandeyeke paye bilind şand Şam’ê, cem Şara. Amerîka’yê herweha xelata 10 milyon dolarî, ku ji bo girtina Comanî danibû, yekser rakir û ji hingî ve hemû cezayên ser Sûrî gav bi gav tên rakirin. Cezayên hişk ên aborî, ku wekî Qanûnên Sezar’ê tên zanîn hatin rawestandin û Meclîsa Nûneran di 11’ê mehê de biryara rakirina van cezayan da. Û divê Kongre jî vê yekê pesend bike.  

Syrer rufen Slogans und schwenken Fahnen vor der Umayyad-Moschee vor einem Gebet im Vorfeld der Feierlichkeiten zum ersten Jahrestag des Sturzes des Regimes von Assad.

Erebistana Suûdî di meha Gulanê de hevdîtneke di navbera Şara û serokê Amerîka’yê Trump de organîze kir û di meha Mijdarê de Trump li Qesra Spî pêşwaziya Şara kir û pesnê wî da. Bi vî awayî Şara bû yekemîn serokdewletê Sûrî, ku derket Qesra Spî.

Şara hefteya buhurî di Foruma Doha’yê de beşdar bû û got ji bo asayîbûna Sûrî wext divê û heta çar salan ewê hilbijartin werin li dar xistin. Hêjayî gotinê ye, di 5’ê Cotmehê de ji bilî Rojava û Siweyda’yê hilbijartin hatim li dar xistin û endamên Meclîsa Gel hatin hilbijartin.

Tevî van hemû pêşveçûnan jî li Sûrî xetereya rûdana şerekî navxweyî ji holê ranebûye, ji ber ku şerê 14 salî ne tenê şerekî li dij desthilatdariya rejîma Esad bû lê herweha guherî şerekî mezhebî li dij Durzî, Elewî û Mesihiyan û li dij Kurdan jî şerekî etnîkî. Di meha Adarê de dora 1400 Elewî li Beravê bûn qurbaniya komkujiyan û paşê jî êrîşî Durziyên li Başurê welêt hatin kirin. Bi piştgiriya Tirkiye’yê êrîşên komên çekdar hîna jî êrîşî herêmên HSD’ê dikin.

Herçend di 10’ê Adarê de digel Şara û Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk rêkeftineke ji bo entegrasyona HSD’ê ya nav artêşa nû ya Sûrî hat îmzekirin jî rêkeftin heta niha nehat cihbicih kirin. Ya dawî bi zordana Amerîkî û Fransiyan peymaneke din hat danîn lê ne hat îmzekirin. Li gor wê yekê HSD wekî lîwa û firqeyan bi fermandariya xwe tev li artêşê dibe. Herweha hêzên antî-terorê yên HSD’ê jî ewê li tevahiya Sûrî operasyonan li dar bixe.

Şam: Hevdîtina General Mazlûm Abdî digel Colanî

Hevdem ji hilweşîna rejîma Esad û vir ve Îsraîl li Sûrî bi rehetî hespên xwe dibezîne. Nahêle artêşa nû, binesazî û cebilxaneyên rejîma berê bi kar bîne û wan bimbebaran dike. Herêmên dagirkirî yên li Başûr berfirehtir dike û bi hinceta parastina Durziyan nahêle hêzên Şara bikeve Swêyda’yê.

Vê heftê hat ragihandin artêşa Tirkiye’yê ji sê hêlan ve ketiye nav Sûrî. Jixwe rayedarên Tirk aşkere gefa operasyoneke li dij Rojava dixwin û çavkaniyên herêmî radigihînin ku li Efrîn, Serêkaniyê û li Bakurê Helebê karwanên leşkerî yên artêşa Tirk hatine dîtin.  Ev leşkerkêşî piştî seredana Şam’ê ya Fermandarê artêşa Tirk Selçuk Bayraktaroğlu ya 5 û 6’ê mehê pêk hat.

Ji aliyê din de Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan di bernameyeke televîzyonî de got, HSD’ê di warê cihbicihkirina rêkeftinê de can giran tevdigere ji ber ku wan hêviya xwe bi Îsraîlê girê dane. Wî herweha hişdarî da HSD’ê ku heger Şam û Îsraîl li hev bikin ewê ji bo HSD’ê gelek dereng be.

Hakan Fîdan herweha di axaftineke xwe ya di Meclîsa Tirk de careke din banga cihbicihkirina rêkeftina 10’ê Adarê kir û got, Tirkiye dikare deriyê sînorî yê navbera Nisêbin û Qamişlo’yê veke.