Rojava: Li aliyekî seferberî li aliyekî muzakere. COSMO Kurdî . 06.02.2026. 41:30 Min.. Verfügbar bis 06.02.2027. COSMO.
ROJEV : Rojava: Seferberî û Muzakere
Stand:
Rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şam'ê de di 2'ê Sibatê ket meriyetê. Nureddîn Ehmed wekî yekem waliyê Kurd ê Hesekê dest nîşan kirin. Dorpêça Kobanî berdewam dike. Amerîka'yê çima dev ji pişgiriya xwe ya bo HSD'ê berda? Rojnameger Dr. Tariq Hemo rave dike.
Von Celil Kaya
Rêkeftina di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û HSD’ê de, ku 30’ê Çile ji raya giştî re hatibû aşkere kirin, duduyê Sibatê roja Duşemê ket meriyetê û gav bi gav dimeşe. Ji aliyekî berxwedan, ji aliyekî dorpêç û ji aliyekî jî hêvî.
Vê heftê Şandeyeke ji wezareta navxweyî ya hikûmeta demkî ji bo tevlêkirina hêzên asayîşa Rojava ya bin wezareta navxweyî hatin Hesekê û Qamişloyê. Herweha Nureddîn Îsa Ehmed, ku ji aliyê HSD’ê ve wekî waliyê parêzgeha Heseke hatibû destnîşan kirin, ji aliyê Şamê ve hat pesend kirin, bi piştgiriyeke xurt a gel dest bi karê xwe kir.
Hevdem, herçend dorpêça ser Kobanî berdewam dike û rewşa însanî her ku diçe xerabtir dibe jî hevdîtinên di navbera rêveberiya Kobanî walîtiya Helebê jî pêk hatin.
Pêvajo hêdî dimeşe û li cem xelkê rojava fikar heye, ku ev rêkeftin jî wekî yên berê werin binpêkirin û lewma seferberiya gel didome.