Live hören
Jetzt läuft: KEHLANI'S JOINT von JD. REID

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistan'ê COSMO Kurdî 29.05.2026 38:08 Min. Verfügbar bis 29.05.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV Hilbijartinên li Rojavayê Kurdistan'ê

Stand:

Di 24’ê mehê de li Rojavayê Kurdistan’ê hilbijartin pêk hatin. PYD û partiyên pê re ji ber neheqiya hejmara kursiyan hilbijartin boykot kirin, partiyên ENKS’ê dîsa jî ketin hilbijartinan. Di encamê de tevî Efrîn û Şehba’yê hejmara parlamenterên Kurd gihaş 9 kesan. Hevdem serbestberdana dîlên HSD’ê û vegera xelkê Efrîn’ê jî berdewam dike. Rojnameger Roj Mûsa hilbijartin û vegera xelkê Efrîn’ê rave dike.

Von Celil Kaya

Rojnameger Roj Mûsa

Parsal meha Cotmehê ji bilî herêmên Rêveberiya Xweser û Suweyda’yê li Sûrî hilbijartinên parlamentoyê anku Civata Gel hatibûn li dar xistin. Li gor sîstema hilbijartinê, 140 kursiyên meclîsê bi hilbijartinan tên diyar kirin û 70 kursî jî rasterast ji aliyê serokkomar Al Şara ve tên tayîn kirin.

Hilbijartinên ku em behs dikin, ne hilbijartinên rasterast in. Li herêman desteyên hilbijartinê ji aliyê serokkomar Al Şara ve tên tayîn kirin û ev deste namzetan hildibijêrin, anku gel rasterast naçin ser sindoqan.

Di 24’ê mehê de îcar li Wîlayeta Hesekê û Kobani’yê hilbijartin hatin li dar xistin.

Di Meclîsê de 15 kursî dikevin para wîlayeta Hesekê. Ji bajarê Hesekê 3, ji Qamişlo 4 û ji Dêrikê jî 2 bi giştî 9 nûner hatin hilbijartin, ku bi tenê 4 ji wan Kurd in.

Li Serê Kaniyê, ku di bin dagirkeriya Tirkiye’yê de bû parsal Erebek wekî nûner hatibû hilbijartin. Li gor sistema hilbijartinê 5 kursiyên mayî ewê ji aliyê serokê demkî Al Şara bixwe ve werin tayîn kirin.

Li Kobanê jî yek Kurd yek Ereb du nûner hatin hilbijartin. Nûnerê Serêkaniyê jî beriya niha hatibû diyarkirin.

Li Rojava Hilbijartinên Civata Gel

Parsal herweha li Efrîn û Şehba’yê jî hilbijartin pêk hatibûn û 3 ji Efrînê, yek ji Şehba’yê yek bi giştî 4 Kurd hatibûn hilbijartin. Bi vî awayî hejmara endamên Kurd bi gihaşt 9’an. Lê nayê zanîn, ka Al Şara ewê çend Kurdên din jî bixwe tayîn bike. Hêjayî gotinê ye Hejmara Erebên ku ji Rojavayê Kurdistan’ê hatine hilbijartin jî 6 e.

Biryar e Civata Gel di 8’ê hezîranê de yekemîn civîna li dar bixe.

Roja 25’ê mehê jî koma 4’an a dîlgirtiyên HSD’ê ku 88 kesan pêk dihat hatin berdan. Tê diyarkirin ku hejmara dîlên HSD’ê ku di destê hikûmetê de dora 1070’ê ne û heta niha 800 ji wan hatine berdan. Di nav 200 kesên mayî de xelkê sivîl jî hene.

Hevdem hefteya buhurî dora 623 malbatên Efrînî ji Kobani’yê vegeriyan Efrînê. Ev bû pêla 5’em a vegera xelkê derbeder ji meha Adarê ve. Bi vî awayî hejmara wan gihaşt dora hezar û 600 malbatan. Tê gûman kirin, cirkî ketina rejîma Esad bi giştî 20 hezar malbat vegeriyane Efrînê.