Rojava: Berxwedana man û nemanê. COSMO Kurdî . 23.01.2026. 40:49 Min.. Verfügbar bis 23.01.2027. COSMO.
ROJEV : Rojava: Berxwedana man û nemanê
Stand:
Piştî ku Amerîka’yê piştigiriya xwe ya ji bo HSD’ê vekişand, artêşa Sûrî êrîşî HSD’ê dike û rewşa niha de HSD ji herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûrî vekişiya û parastina Rojavayê Kurdistan’ê dike. Anku ji Bakurê Hesekê heta Dêrîkê, ji wir jî heta Dirbesiyê. Ji aliyê din de Kobanî careke din di bin dorpêçê de ye û ji bajarên herêma Cizirê qut bûye. Tê ragihandin li bajêr rewşa mirovî xerabtir dibe. Agirbesta 20’ê mehê sibê anku di 24’ê mehê de bi dawî dibe û tê meraqkirin beriya wê Rêveberiya Xweser û Şam bikaribin li hev bikin yan xelkê Rojava ewê berxwedana xwe berdewam bike. Hevpeyvîna digel pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek.
Von Celil Kaya
Serê meha Çile artêşa Erebî ya Sûrî li Bakurê Heleb’ê dora taxên Kurdan Şêx Meqsûd Û Eşrefiyê girtibû. Di 6’ê Çile de şer û pevçûnan dest pê kiribû û di 11’ê mehê de agirbestek hatibû ragihandin û hêzên çekdar ên Kurdî tevî hin niştecihên wan taxan vekişiyan Rojhilatê Ferat’ê.
Tevî agirbesta 11’ê mehê jî hikûmeta Şam’ê ji Hêzên Sûriya Demokratîk xwest ku bi giştî ji Rojavayê Ferad’ê vekişe û dest bi êrîşên ser Dêr Hafir’ê kir. Piştî hin hevdîtinan Şam muhleteke 48 saetî da HSD’ê lê belê berî ku wext biqede êrîşên xwe girantir kir. Heta 17’ê mehê HSD bi giştî ji Tabqa, Dêr Hafir û Meseke vekişiya rojhilatê Feradê.
Dema ku şer û pevçûn hîna berdewam dikirin, îcar di 16’ê Çile de Ehmed Şera biryarnameyek belav kir, ku tê de zimanê Kurdî wekî zimanê netewî û Newroz jî wekî cejneke Netewî hat nas kirin. Wî herweha hevwelatîbûn da Kurdên meqtûm û ecnebî jî. Lê belê vê biryarnameyê nikarî dawî şer û pevçûnan bîne.
Di 18’ê mehê de Şam’ê agirbesteke 14 madeyî ragihand û Fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî jî agirbest piştrast kir. Ligor vê agirbestê li Wîlayeta Hesekê hemû saziyên sivîl ewê entegrayî sîstema îdarî ya Sûrî bihatana entegre kirin. Qadên gaz û neftê yên li Dêrê Zorê jî ewê radestî hikûmeta Şam’ê bihata kirin. Ji bo agirbestê Mazlûm Abdî çû Şam’ê lê belê muzakere bi ser neketin.
Ji 18’ê mehê ve eşîrên Ereban, ku endamê HSD’ê bûn, ji HSD’ê veqetiyan û bûn alîgirên hikûmeta Şam’ê. HSD’ê jî ji wan deveran vekişiya û ragihand, pêştiriya wan parastina herêmên Kurd nişîne.
Kobanî di bin dorpêçê de ye
Di 19’ê mehê de herweha bajarê Eyn Îsa jî ket bin kontrola artêşa Sûrî û bi vî awayî, korîdora ku herêma Cizîrê û Kobanî bi hev re girê dida hat girtin.
Ji hingî ve Kobanê di bin dorpêça komên artêşa Sûrî de ye û hikûmeta Şam’ê av, ceyran û înterneta bajêr qut kiriye. Tê ragihandin ji bo germkirinê sûtemenî bi dest nakeve û nan ku her ku diçe kêmtir dibe. Ji Kobaniyê Enwer Muslim du tev li bernameyeke Rûdaw bû û got, tevî xelkê derbeder ên Efrîn’ê yên ji Heleb’ê û xelkê gundewarên Kobaniyê, nufusa bajêr niha gihaştiye 450 hezar.
Herçend dihat zanîn ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê bi awayekî êrîşên artêşa Sûrî ya ser HSD’ê erê kiribû, di 20’ê mehê şanderê taybet ê Amerîka’yê Tom Barrack ragihand, hevkariya wan a digel HSD’ê li ser esasê şerê Daiş bû û ewê ji niha û pê ve digel hikûmeta Şam’ê hevkariyê bikin.
Girtîyên Daîşî
Li Başûrê Hesekê, girtîgeha Şeddadî heye, ku tê de Daişî tên girtin. HSD’ê ragihandibû, ku di 19’ê mehê hêzên artêşa Sûrî êrîşî girtîgehê kirine û dora 1500 Daişî ji girtîgehê reviyane. Lê belê Şam dibêje, bi tenê 120 girtî reviyane û 81 ji wan dîsa hatine girtin. Hevdem, roja 20’ê mehê HSD’ê hêzên xwe yên li Kampa Hol jî vekişandin, ku li vê kampê dora 27 hezar malbatên Daişiyan dimînin, ku 6 hezar 300 ji wan biyanî ne.
Artêşa Amerîkî di 21’ê mehê ragihand, ku wan 150 girtiyên Daîşî veguhastine Iraq’ê û tê gotin, ev hejmar dikare di rojên pêşiya me de bigihîje 7 hezar kesan.
Ji aliyê din de, nêzîkî Reqqa’yê, girtîgeha Aqtan heye, ku li wir jî Daîşî tên girtin. HSD herçend ji Rakka vekişiyabû jî, bi sedan endamên HSD’ê ji bo parastina girtîgehê li wir mabûn. Îro anku 23’ê dîmen hatin belav kirin, ku HSD’yî yên ku li Aqtan û der û Raqqa’yê mabûn gihaştine Kobanî’yê.
Agirbest di 24'ê mehê de bi dawî dibe
Ev yek jî piştî hevdîtina Mazlûm Abdî û Tom Barrack a li Hewlêrê pêk hat. Di civîna duh de , ku herweha Îlham Ehmed jî beşdar bûbû, cihbecih kirina peymana 18’ê Çile’yê hat nîqaş kirin û berdewamiya agirbestê hat tekez kirin.
Ew agirbesta ku behsa wî tê kirin, agirbesta 20’ê mehê ye ku hatibû ragihandin. HSD’ê radigihîne, ku bi taybetî li der û dora Kobaniyê komên çekdar û artêşa Sûrî agirbest bin pê dike. Muhleta agirbestê 24’ê mehê êvarê bi dawî dibe.