PKK ji Tirkiye'yê vedikişe. COSMO Kurdî . 31.10.2025. 27:52 Min.. Verfügbar bis 31.10.2026. COSMO.
ROJEV : PKK ji Tirkiye'yê vedikişe
Stand:
Roja 26’ê mehê PKK’ê biryara vekişîna hemû hêzên xwe yên çekdar ên ji nav Tirkiye’yê ragihand. Ev pêngav ji aliyê Tirk ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazî kirin. Şandeya DEM Partiyê jî bi serokkomar Erdoğan rûnişt û peyam hat dayîn, ku herdu alî di berdewamkirina pêvajoyê de hevbîr in. Rojnameger Amed Dîcle biryara vekişînê û birêveçûna pêvajoya çareseriyê dinirxîne.
Von Celil Kaya
Roja 26’ê cotmehê fermandara eyaleta Serhed’ê ya gêrîlayên YJA Star Vejîn Dersîm biryara vekişîna giştî ya hêzên HPG’ê ya ji nav sînorên Tirkiye’yê ragihand. Di merasîmê de pêşî endamê Desteya Rêvebir a KCK’ê Sebrî OK bi zimanê Tirkî biryara vekişînê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat binxêz kirin, ku biryar bi erêkirina Abdullah Öcalan hatiye stendin. Di merasîma li Binarê Qendîl de fermandara YJA Star Vejîn Dersîm bang li aliyê Tirk jî kir, ku ji bo pêşdeçûyîna pêvajoyê gavên hewce biavêje.
PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de dîsa bi merasîmekê, ku endama konseya rêvebir a KCK’ê Besê Hozat pêşengiya wê kiribû, çekên xwe şewitandibû. Merasîm piştî kongreya 12’emîn a PKK’ê hat lidar xistin, ku di vê kongreyê de PKK’ê li ser banga Abdullah Öcalan biryara xwe fesixkirinê stendibû.
Paşê komîsyona piştigriya netewî û biratiyê cara pêşîn di 5’ê Tebaxê de di Meclîsa Tirkiye’yê de kom bû. Aliyê Kurdî ji hingî ve li benda gavên huqûqî û siyasî ye û herî dawî di 17’ê Cotmehê de Abdullah Öcalan daxwaza cihbicihkirina mafê hêviyê kiribû.
Piştî daxuyaniya vekişînê berdevkê AKP’ê Ömer Çelik di bernameya televîzyonê ya CNN Türk de peyivî. Çelik careke din hedefa “Tirkiyeya bê teror” anî ziman û got, biryara vekişîna ji Tirkiye’yê parçeyeke biryara fesix kirin û bêçekkirina PKK’ê ye û xuya dike, ku nexşerêya vê pêvajoyê dimeşe. Berdevkê AKP’ê herweha got, vekişîna ji Tirkiye’yê ewê ji bo biryarên erênî yên Komîsyona Meclîsê bibe zemînek.
Di 30’ê mehê de endamên Şandeya Îmralî’yê ya DEM Partiyê Perwîn Buldan û Mîthat Sancar bi serokkomar Erdoğan re civîyan. Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn. Piştî civînê şandeya Dem Partiyê got, herdu alî di warê avêtina wan gavan de, ku bihêlin pêvajo leztir û saxlemtir bimeşe, hevbîr in û xwedî têgihiştineke hevpar in.
Hevdem, piştî civîna 16’emîn a komîsyona biratî û demikrasiyê, serokê meclîsê Numan Kurtulmuş got, komîsyon dikeve merheleya amadekirina rapora nihayî û meclîs ewê gavên huqûqî biavêje, ku ji bo vê pêvajoyê hewce ne.