Hilbijartinên Iraqê yên 2025an. COSMO Kurdî . 07.11.2025. 27:34 Min.. Verfügbar bis 07.11.2026. COSMO.
ROJEV : Li Iraqê hilbijartinên parlamentoyê
Stand:
Di 9'ê Mijdarê de li Iraq'ê hilbijartinên parlamentoyê tên li dar xistin. Herêma Kurdistan'ê jî xwe ji bo hilbijartinan amade dike. Em jî vê heftê bi Birêz Aso Haidari re, rewşenbîrekî ji Hewlêrê re, re diaxivin û jê cudahiyên di navbera van hilbijartinan û yên berê de, atmosfera kampanyayê û hêviyên welatiyan ji bo dema şeşemîn a Parlamentoya Iraqê dipirsin.
Von Kamil Basergan
Tûra şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê ya li Iraqê ji bo 9ê Mijdarê hatiye destnîşankirin. Parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê, ku 320 ji wan giştî ne û neh jî ji bo kêmneteweyan hatine veqetandin. Li gorî destûrê sere kursiyekê 100,000 deng divê, lê ev rêje wan li gorî rêjeya beşdariya dengdêran diguhere.
Iraq û gelê wê ji guhertina rejîmê ya sala 2003an û vir ve, dîsa diçin ser sindoqan. Piştî pênc dewreyên Encûmena Nûneran û sê hilbijartinên encûmenên parêzgehê, welat niha dikeve dewreya xwe ya şeşemîn a Encûmena Nûneran e, ku tê plankirin di 11ê Mijdara 2025an de were lidarxistin.
Li Iraqê, rêjeya beşdariya welatiyan a di hilbijartinan de kêm dibe; bo nimûne, di hilbijartina yekem a Encûmena Nûneran de, ku di Çileya 2005an de hatibû lidarxistin, rêjeya beşdariyê ji sedî 79 bû, lêbelê di sala 2021 de rêjeya beşdariyê ji sedî 43,5 bû. Bi heman awayî, di yekemîn hilbijartina Encûmenên Parêzgehên Iraqê de rêjeya beşdariyê ji sedî 48 bû, lê ev rêje di 2023an de, ji sedî 41 bû.