Live hören
Jetzt läuft: KEHLANI'S JOINT von JD. REID

Li Heleb'ê şerê giran COSMO Kurdî 09.01.2026 36:08 Min. Verfügbar bis 09.01.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV Li Helebê şerê giran

Stand:

Ji 6’ê mehê ve taxên Kurdan ên li Bakurê Helebê, Şêx Mesqûd, Eşrefiyê, Benî Zêd di bin dorpêça artêşa Ereb a Sûrî de ne. Meclîsa gel a Helebê jî di daxuyaniyekê ragihand, ku ew ji taxên xwe dernakevin. Hêzên Asayişê yên wan taxan jî bi çekên xwe yên sivik ber xwe didin. Rojnameger Roj Mûsa rewşa dawî rave dike.

Von Celil Kaya

Bewaffnete Rebellen am 28. November außerhalb von Aleppo

Artêşa Sûrî bi çekên giran êrîşî taxên Kurdan dike û mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bi temamî hatine hedefgirtin. Heta niha ji xelkê herî kêm 6 kes hatin kuştin û dora 70 kes jî birîndar bûn.

Hevseroka Asayîşê Axîn Nûcan, di peyameke xwe de aşkere got, komên ku êrîş dikin fermanên xwe yekser ji Tirkiye’yê digirin. Asayîşê herweha ragihand hêzên artêşê ku êrîşî wan dikin, ew kom in, ku Tirkiye piştgiriya wan dikin: Anku Firqeya Suleyman Şah, ku wekî Emşat jî tê nas kirin, Firqeya Sultan Mûrad, Firqeya Hemzat û Tevgera Nûreddîn Zengî. Hêjayî gotinê ye, ev kom ji ber binpêkirinên mafên mirovan di bin mueyyîdeyên navnetewî de ne.

Jixwe ev demek e, ku rayedarên Tirk, di serî de jî wezîrê karên derve Hakan Fîdan, gef li Hêzên Sûriya Demokratîk dixwar û digot heger HSD’ê şert û mercên hikûmeta Şam’ê qebûl neke operasyoneke leşkerî dikare pêk were û Tirkiye amade ye piştgiriya artêşa Sûrî bike.

Cara dawî hatibû ragihandin, ku şandeyeke HSD’ê ku di nav de fermandarê giştî Mazlûm Abdî û fermandar Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo hebûn, di 4’ê mehê de ji bo hevdîtinan çûbûn Şam’ê lê belê hevdîtin dîsa bê encam mabûn.

Lê tiştê balkêş ew bû, ku serokê demkî yê Sûrî Ahmed AşŞara di 30’ê meha  Kanûnê ve dernakeve pêşiya kamerayan. Di çapemeniyê de jî hat îddîa kirin, ku li dij AşŞara hewldaneke  suîqastê pêk hatiye û ji qesra wî dengên teqînê hatine. Piştî pevçûneke 12 deqqeyî perçeyeke şarapnelê li sîngê wî ketiye. Herweha hat îddîa kirin ku yekîneyên Îngîlîz ên ji Bingeha leşkerî ya Tanafê çûne hewara AşŞara.

Rayedarên Sûrî hewldana kuştinê derewand û 6 roj paşê dezgehên fermî dîmeneke wî belav lê ev hemû şer û pevçûn rûdidin û heta niha serokê demkî yê Sûrî Ehmed Aş Şara derneket pêşiya kamerayan û tu daxuyanî nedan. Ji PYD Salih Muslim bawer dike, ku AşŞara yan li Şam’ê yan jî di destê Tirkan de dîl hatiye girtin. Salih Muslim ji Rûdaw’ê re peyivî.

24’ê Kanûnê de Hakan Fîdan şi Şam’ê digel hevtayê xwe Esad Hasan Şeybanî civîneke çapemeniyê de bû û dema ku xwestibû bersiva pirseke ser Îsraîl’ê bide dengê mîkrofona wî hatibû birrîn. Vê yekê jî hiştibû ku hin şik û guman hebin, ku di navbera AşŞara û Tirkiye’yê de tengezarî hebin.

Hevdem hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso jî ji Rojava TV’ê re peyivî û got, bûyerên vê dawiyê nîşan didin, ku hikûmeta Şam’ê ji peymana 10 Adar’ê poşman bûye.