Live hören
Jetzt läuft: KEHLANI'S JOINT von JD. REID

Bandorên agirbesta 2-hefteyî li ser şerê Îranê COSMO Kurdî 10.04.2026 31:19 Min. Verfügbar bis 10.04.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV Şerê Îranê: Agirbesta demkî

Stand:

Roja Çarşemê serokê Amerîkî Trump ragihand, wî êrîşên ser Îranê ji bo du hefteyan dane rawestandin. Lê herdu alî hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin. Di vê podcastê de, em bi analîstê siyasî û endamê Rêxistina Hevgirtina Kurdên Cîhanî, Birêz Behroz Ansari, û analîstê siyasî, Birêz Ramyar Hassani re diaxivin.

Von Kamil Basergan

Ein Bild einer Demonstration im Iran

Roja Çarşemê êvarê 88 deqqe beriya bi dawîhatina muhleta ku serokê Amerîkayê dabû Îranê, serok Trump ragihand ku wî êriş û bombebaranên li ser Îranê 2 hefteyan rawestandine. Trump destnîşan kir ku ev agirbesteke dualî ye û bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatiye. Wî herweha tekez kir ku, ji niha û pê de "dewlemendkirina uranyûmê" dê li Îranê tune be û her du alî dê ji bo paqijkirina bermahiyên nukleerî bi hev re bixebitin.

DYA, Îranê bi binpêkirina xalên têkildarî Tengava Hurmizê û Îran jî DYA û Îsraîlê bi domandina êrişan û operasyonên taybet ên li Libnanê tawanbar dikin.

Di domahiya şer de 703 êrîşên bi dron û mûşekan li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne, ku ev yek bûye sedema mirina 17 kesan.