HSD dibe beşeke sereke ya artêşa Sûrî. COSMO Kurdî . 17.10.2025. 41:44 Min.. Verfügbar bis 17.10.2026. COSMO.
ROJEV : HSD dibe beşeke sereke ya artêşê
Stand:
Vê heftê hat ragihandin, HSD’ê û hikûmeta Şam’ê li hev kirine, ku HSD bi sazbûnên xwe wekî sê firqeyan tev li artêşa Sûrî bibe, ku YPJ jî dibe çendîn lîwa di nav wan de. Weha xuya ye, Amerîka û dewletên din ên garantor zext li ser hikûmeta Şam’ê kirine da ku pê razî be. Lê belê Tirkiye bi vê yekê nerazî ye. Ji Kobani’yê, rojnameger Lezgîn Îbrahîm vê rekeftinê, şert û mercên paş wê de û herweha pêkaniya cih bi cih kirina madeyên wê şîrove dike.
Von Celil Kaya
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê Mazlum Abdî di merasîma pîrozkirina 10’emîn salvegera damezirandina HSD’ê ya di 10’ê Cotmehê de encama hevdîtinên digel hikûmeta demkî ya Şam’ê ragihand, ku HSD’ê ewê wekî hêzeke rêxistinkirî tev li artêşê bibe û pêdiviya artêşa nû ya Sûrî bi tecrube û zîrekiya HSD’ê heye.
Ev rêkeftin piştî şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên li Heleb’ê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, hat ku hêzên ser hikûmeta Sûrî serê vê mehê êrîşî wan taxan kiribûn.
Herweha rêkeftin piştî wê yekê pêk hat, ku balyozê Amerîkî yê Enqere’yê û nûnerê taybet ê Amerîka’yê yê Sûrî Tom Barrack di 6’ê Cotmehê de cara yekem çûbû Rojava û li Qamişlo’yê bi Mazlum Abdî re rûniştibû.
Wekî ku Mazlum Abdî ragihand, ev lihevkirineke devkî ye di navbera wan û hikûmeta Şam’ê de û heta niha di vî warî de belgeyeke fermî nehatiye îmze kirin. Lê tiştê ku biryara wê hatiye dayîn ew e, ku heta ku madeyên rêkeftina 10’ê Adarê werin cih bi cih kirin, di navbera wan de agirbesteke gelemperî hatiye ragihandin.
Herweha hin hûrgiliyên entegrasyona HSD’ê ya nav artêşê de jî hatin ragihandin. HSD’ê ewê wekî sê firqe anku wekî tumenan tev li artêşê be û di bin Wezareta Parastinê de be û herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ewê di bin kontrola wan her sê firqeyan de bimînin. Herweha hêzên YPJ jî bi sazbûnên xwe yên heyî wekî çendîn lîwa anku wekî tugayan di nav wan firqeyan de cihê xwe bigirin. Hêzên Asayişê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî wekî xwe dimînin lê bi Wezareta Navxweyî ve tên girê dan. Anku di pratîkê de bi tenê navê wan hêzan tên guhertin lê fermandarî di destê wan de dimîne û tu hêzên leşkerî yan ewlekariyê ji derve nayên Rojava. Berevajî wê, ewê Yekîneyên Taybet ên Antî-Terorê YAT’ê ewê li seranserî Sûrî operasyonan pêk bînin.
Rêkeftina 10’ê Adarê
Dema ku di 10’ê Adarê ya îsal de fermandarê giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê Mazlum Abdî digel serokê demkî yê hikûmeta Şam’ê Ahmad Şara’a rêkeftineke îmze kiribû, vê yekê him hêviyek dabû di warê sibêroja Sûrî de û him jî hin şik û gûman jî bi xwe re anîbûn, ka madeyên wê serkeftinê çawa werin sepandin.
Ji hingî ve di navbera şandeyên Bakur û Rojhilatê Sûrî û hikûmeta demkî de çendîn kombûn pêk hatibûn lê hemû jî bê encam mabûnj ji bu aliyan madeyên rêkeftina 10 Adarê cihê şîrove dikirin. Hikûmeta Şam’ê digot madeya entegrasyona HSD’ê ya nav artêşa tê maneya fesixkirina HSD’ê û tevlêbûna şexsî ya şervanên wan ên nav artêşê de. Ku hêjayî gotinê ye, Tirkiye’yê jî ev yek li ser HSD’ê ferz dikir.
Lê belê HSD’ê digot, ewê xwe fesix nekin û heger tev li artêşê bin ewê bi statuyeke taybet be û ewê li herêmên xwe bimînin.
Herçend di navbera HSD’ê û hikûmeta Şam’ê de agirbestek hatibû ragihandin jî, Êrîşên komên çekdar ên xwedê giravî girêdayî hikûmeta Şam’ê, ku Tirkiye piştgiriya wan dike, êrîşên xwe yên HSD’ê her berdewam kirin. Li Başûrê Kobaniyê bendava Tişrîn’ê û Dêr Hafir, Til Temir û Dêrê Zorê çeteyên êrîşkar agirbest bin pê kirin.
Rêkeftina 1’ê Nîsanê
Ji aliyê din de di 1’ê Nîsan’ê de HSD û hikûmeta Şam’ê rêkeftineke din îmzekirin, ew jî li ser taxên Kurdan ên li Heleb’ê bûn. Hêjayî gotinê ye, ev du tax Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li Bakurê Heleb’ê ne û li gor daneyên Rojava Information Center, di sala 2016’an de dora 30 hezar kes lê dijiyan lê belê dawiyê nifûsa wan taxan gihaşt dora 100 hezar kesan, ku di nav wan de xelkê mesihî jî hene, ku ji ber tirsê xwe avêtibûn bextê Kurdan.
Ji destpêkê ve hêzên YPG û YPJ parastina wan taxan dikir û bi rêkeftina 1’ê Nîsan’ê biryar hat dayîn ku YPG û YPJ xwe ji van taxan bikişînin û rêvebirina taxan bimîne ser Meclîsên gel û ewlekarî jî bimîne ser asayişa xwecihî.
Lê belê serê meha Cotmehê dîsa hêzên artêşa Şam’ê, di nav de çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, dîsa êrîşî taxên Kurdan kirin. Ev yek wisa hat şîrove kirin, ku hikûmeta Şam’ê bi hevkariya Tirkiye’yê dixwaze zextê bide ser Hêzên Sûriya Demokratîk, ku şertên Şam’ê qebûl bike. Ji aliyê din de jî tê gotin, ku Tirkiye naxwaze rêkeftina 10’ê Adarê li derveyî daxwaza wê were cih bi cih kirin lewma hewlê dide bi şer û pevçûnên bi vî awayî sepandina rêkeftina paş de bixe, heta ku daxwazên xwe bi dest bixe, wisa dibêje, Aldar Xelîl ji PYD’ê.
Helwesta DYE guherî
Di destpêkê de Amerîkiyan jî piştgirî dida hikûmeta Şam’ê û digot nabe ku li Sûrî du artêş hebin û divê HSD xwe fesix bike û tev li artêşê bibe. Nûnerê Taybet Barrack di meha Tîrmehê de di vî warî de daxuyaniyên tûj jî dabû. Barrak gotibû, li Sûrî federalîzm nabe û ewê yek netewe, yek dewlet û yek artêş hebe. Lê belê vê dawiyê rewş hate guhertin. Wekî ku me di destpêkê de got, Tom Barrack di 6’ê Cotmehê de cara yekem çû Rojava û li Qamişlo’yê bi Mazlum Abdî re rûnişt. Û tê gotin Amerîka zext daye ser Şam’ê ku modelya fireqe û lîwayan qebûl bike.
Pispor dibêjin, hikûmeta Şamê nikaribû xwe îspat bike, ku dikare tevahiya welêt bixwe bin kontrola xwe û aramiyê pêk bîne. Lê belê berevajî wê yekê li Sahel li dij Elewiyan û li Başûr jî li dij Durziyan komkujî pêk hatin. Herweha hikûmeta Şam’ê nikaribû Israîl qane bike, ku jê re ne tu tehdît e. Û Amerîka û Israil dixwazin sînora Iraq’ê ya Sûrî di destê hêzên pêbawer de bin û ew jî ne artêşa nû ya Şam’ê ye lê belê HSD ye.
Halê hazir hevdîtinên di navbera HSD’ê û Şam’ê berdewam dikin û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Abdî jî dibêje, peywendiyên wan ên digel Tirkiye’yê hene û divê Tirkiye di vî warî roleke erênî bilîze.