Gelo pêvajoya çareseriyê xitimî?. COSMO Kurdî . 01.05.2026. 38:45 Min.. Verfügbar bis 01.05.2027. COSMO.
ROJEV : Gelo pêvajoya çareseriyê xitimî?
Stand:
Ji destpêka pêvajoyê ve 18 meh buhurîn. Herdu alî li ser navê wê jî nehevbîr in. Ji bo hikûmetê pêvajoya Tirkiyeya bê teror, ji bo Kurdan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herweha herdu alî hevdu bi derengxistina pêvajoyê tawanbar dike. Dewlet dibêje çekdanîn bi giştî pêk nehatiye, aliyê Kurdî dibêje bê garantiyên qanûnî ew gav naçe serî. Herweha nîqaşên hilbijartinên pêşwext û rûdanên herêmî jî hene. Ji Amedê, ji Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun şîrove dike.
Von Celil Kaya
Dema ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Meclîsa Tirk destê parlamenterên DEM Partiyê toqe kir, herweha bi vî awayî jî ji raya giştî re hat aşkere kirin, ku di navbera dewleta tirk û serokê PKK’ê Abdullah Öcalan de pêvajoyeke nû dest pê kiriye.
Dewletê navê pêvajoyê danîbû “Tirkiyeya bê Teror” lê Öcalan di bangawaziya xwe ya di 27’ê Sibata 2025’an de jê re digot “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”. Öcalan di vê daxuyaniya xwe de banga fesixkirina PKK’ê û çekberdanê jî kiribû.
Li ser vê yekê di 1’ê Adarê PKK’ê agirbestek ragihand û diyar kir, ku ewê bi ya banga Öcalan bikin. Di 12 Gulanê hat aşkere kirin, PKKê kongreya xwe kom kiriye û li gor bangawaziya Öcalan him biryara fesixkirinê him jî ya çekdanînê dane.
Di 9’ê Tîrmehê de mesajeke vîdeoyî ya Öcalan hat weşandin, ku ev ji sala 1999’an ve yekem dîmena vîdeoyî ya Öcalan bû.
Û di 11’ê Tirmehê de çend rêvebir û gêrîlayên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê di merasîmeke sembolîk de çekên xwe şewitandin.
Di 5’ê Tebaxê de jî komîsyon hat ava kirin. Komîsyonê 21 civîn li dar xistin û carekê jî çû seredana Îmraliyê.
Di 18’ê Sibatê de rapora xwe aşkere kir. DEM parti ji ber navê “Tirkiyeya bê Teror” nerazî bû lê dîsa jî dengê erê da.
Piştî vê yekê Öcalan got, em derbasî merheleya entegrasyona demokratîk dibin. Û lewma xwest ku bingeha huqûqî were mîsoger kirin.
Û ji hingî ve tê payîn, ku qanûn werin derxistin. Herweha dihat xwestin, ku statuya Öcalan jî were diyar kirin û Öcalan wekî muzakerevanê sereke were nas kirin.
Lê heta niha gaveke berbiçav nehat avêtin. Wekî ku me di destpêkê de guhdarî kir, Erdoğan dibêje pêvajo bê pirsgirêk berdewam dike lê aliyê Kurdî dibêje qanûnên entegrasyonê derneketin, statuya Öcalan ne hat misoger kirin û pêvajoya ne xitimî be jî hat cemidandin.