Gelo Çarçove-Qanûn derdikeve?. COSMO Kurdî . 12.06.2026. 37:03 Min.. Verfügbar bis 05.06.2027. COSMO.
ROJEV : Gelo Çarçove Qanûn derdikeve?
Stand:
Di pêvajoya çareseriyê de merheleyeke nû. Komîsyona parlamenterî ya pêvajoya çareseriyê di rapora xwe de çarçove qanûnek pêşniyar kiribû, ku çav lê ye vê mehê were pêşiya Meclîsê. Lê belê nayê zanîn, ka ev qanûn dikare bibe bersiva bendewariyên aliyê Kurdî. Pisporê zanistên siyasî Sinan Önal şîrove dike.
Von Celil Kaya
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya digel ANF’ê de ji bo çekberdana gêrîlayan şerta azadkirina Abdullah Öcalan dubare kir. Karayilan got: “Me negotiye, emê çek dînin. Me got, em stratejiya têkoşînê ya çekdarî disekinînin. Lê belê ji bo çekdanînê divê Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê bimeşîne. Ango azad bibe.“
Wî herweha bal kişand ser daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli ku digot Öcalan bibe koordînatorê aştî û sîyasîbûnê û got divê Öcalan wekî muzakerevan were pênasekirin.
Karayilan got şerta duyem jî naskirina hebûna gelê Kurd di destûr û qanûnan de ye û lê zêde kir: “Dewletê bi devkî hebûna Kurdan naskiriye lê ev yek ne ketiye qanûnên Komarê. Heger dixwazin aştiyê bikin, divê hebûna Kurdan bikeve nav destûr û qanûnan.”
Murata Karayılan herweha garantiyên qanûnî yên ji bo nasnameya Kurdî û entegrasyona demokratîk a ji bo gêrîlayan xwest.Wî got “Emê vê mehê lê binêrin, qanûna ku were derxistin çi tê de ye. Lê ew jî ne diyar e, ka ew qanûn were derxistin yan na. Heger derket jî ewê naveroka wê çi be? Heger ev sê xal anku statuya Öcalan, naskirina qanûnî ya gelê Kurd û entegrasyona demokratîk a gêrîla, tê de bin ev yek dê riya pêvajoyê veke. Lê heger bi tenê çekberdanê li ser me ferz bikin, ev pêvajo nameşe.”
Komîsyonê pêşniyar kiribû
Komîsyona ku ji bo pêvajoya çareseriyê di Meclîsa Tirk de hatibû damezirandin, rapora xwe di meha Sibatê de aşkere kiribû. Di beşa 6’em a raporê de jî dihat pêşniyar kirin, ku çarçove qanûneke taybet a ji bo pêvajoyê were derxistin. Ji hingî ve ev qanûn bê navber di rojevê de ye.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Tirk de derdikevin, AKP di amadekirina qanûnê de gihaştiye merheleyeke girîng û çav lê ye pêşnûme qanûn di meha Hezîranê de were pêşiya partiyên siyasî. Lê belê qabûlkirina qanûnê ewê bi rapora dezgehên ewlekariyê re hevdem bimeşe. Ev jî rapora tespît û teyît kirina danîna çekan e.
Naverok hîna ne diyar e
Li gor pêşnûme qanûnê, ewê dora du meh wext were danîn, ku endamên rêxistinê piştî çekberdanê di nav du mehan de dikarin vegerin. Ev veger jî ewê di bin çavdêrî û şopandina hêzên ewlekariyê de pêk were. Parlamento û Serokkomar ewê bikaribe vê maweya du mehî dirêjtir bike. Lê tê plankirin, veger, vala kirina kamp û şikeftan û pêvajoyên darêzî ewê 3 salan biajon.
Qanûn yekser efûyeke giştî nayne ji bo endamên ku çekên xwe deynin. Serê pêşî ewê di Qanûna Cezayî û Qanûna Dij-Terorê de guhertin werin kirin û ev yek wekî qanûneke serbixwe û demborî bi çerçove qanûnekê werin cih bi cih kirin. Li gor endamên ku vegerin çar kategorî tê pêşbînî kirin.
Endamên ku tev li sûcekî bûne, yên ku tev li sûcekî nebûne, yên ku tên lêgerîn, yên ku di girtîgehê de ne.
Tê gotin, naveroka qanûnê ewê berfireh be û ewê ne tenê endamên rêxistinê lê herweha rêvebir û kesên ku alîkarî û piştgirî dane rêxistinê jî di nav xwe bihewîne. Rewşa her kesekî ewê li gor sûcên ku tev lê bûne cihê werin nirxandin û paşê yan cezayên wan werin kêm kirin yan biryara serbestiya di bin çavdêriyê de yan jî serbest berdana bi şert û merc were dayîn.