Danûstandinên Îran û Amerîkayê. COSMO Kurdî . 05.06.2026. 31:36 Min.. Verfügbar bis 05.06.2027. COSMO.
ROJEV : Danûstandinên Amerîka û Îran'ê
Stand:
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka'yê bi êrîşên xwe zirareke mezin a leşkerî da Komara Îslamî ya Îran'ê lê nikaribû bigihîje hedefên xwe yên stratejîk. Çavdêrê siyasî Behroz Ensari û partiya Komala Aram Mudaresi birêveçûna vî şerî û karîgeriyên wî yên ser Rojhilatê Kurdistan'ê rave dikin.
Von Kamil Basergan
Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di nav dilemeyaekê de ye, ka çawa dawiya li şerê Îran’ê bîne, ku wî bixwe dabû dest pê kirin. Tu kes guman nake ku ji aliyê leşkerî ve Amerîkayê zirarek mezin da Îranê, lê ji aliyê armancên stratejîk ve serkeftinek bi dest nexist.
Herwiha, wî planên alternatîf jî dananîbûn. Ji ber vê yekê niha di nav qeyraneke kûr de ye ku bi derbasbûna demê re aloztir dibe. Ew ketiye navbera parastina serkeftin û prestîja kesayetiya xwe, berjewendiyên Israîlê, xerabbûna aboriya cîhanî û rewşa nediyar a welatên Ereban ên Kendavê. Li ser hemû van jî, girêka peymana Obama ya sala 2015’an bi Îranê re heye. Trump ev peyman wekî "xerabtirîn peymana dîroka Amerîka’yê" bi nav kir û di sala 2018’an de bi awayekî yekalî betal kir. Wî biryar da ku peymanek ji ya Obama baştir çêbike, lê heta vê gavê nikaribû bi Îranîyan bide qebûl kirin.
Vê hefteyê, Cosmo Kurdî ku bi vê pirsê mijûl dine: "Şerê danûstandinê yê navbera Amerîka û Îranê ber bi ku ve diçe?" Di vê podcastê de em bi çavdêrê siyasî, Behroz Ensari, re diaxivin. Herwiha em ji Aram Mudaresi, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komelayê Kurdistana Îranê ku li Başûrê Kurdistanê ye, hin pirsên li ser karîgeriya wî şerî û danûstandinan li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin. Hin agahdariyên din jî beşek ji vê podcastê ne.