Live hören
Jetzt läuft: A demain von Cee ElAssaad

Danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de COSMO Kurdî 13.02.2026 30:22 Min. Verfügbar bis 13.02.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV Amerîka û Îran dîsa li ser masê ne

Stand:

Di vê beşê de, em bi rojnamevan Agiri Esmailnazhad re li ser hewildanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo hêsankirina danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de diaxivin.

Von Kamil Basergan

Fotomontage der Flaggen von Israel, Iran und den USA auf gebrochenem Boden

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Araxçî û şanda Amerîkî li Omanê hevdîtinên nerasterast kirin. Mijara sereke ya danûstendinên li ser sînordarkirina bernameya nukleerî ya Îranê û kêmkirina çalakiyên wê yên leşkerî yên herêmî ne.

Donald Trump hişyarî da ku heger rêkeftinek pêk neyê, dibe ku "tiştên xirab" biqewimin û wî destnîşan kir ku vebijarkên leşkerî jî li ser maseyê ne. Her çend alî hevdîtinan wekî "avakar" bi nav bikin jî pêbawerbûneke kêm di navbera her du welatan de heye.

Tê payîn ku danûstandinên teknîkî û rûniştinên din, ku bi navbeykariya Omanê ve tên pêkanîn, ewê berdewam bikin.

Piştî ku di sala 2025an de krîzek giran di navbera Îran û Îsraîlê de rû dabû û navendên nukleerî yên Îranê hatibûn hedefgirtin, ev hevdîtin wekî hewldaneke ji bo aramkirina herêmê têne dîtin.