Live hören
Jetzt läuft: A demain von Cee ElAssaad

Agirbesta Lerzok û Tengava Hurmuz COSMO Kurdî 17.04.2026 48:54 Min. Verfügbar bis 17.04.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV Agirbesta Lerzok û Tengava Hurmuz

Stand:

Herçend danûstandinên Îslamadê serneketin jî agirbesta lerzok a di navbera Amerîka û Îran’ê de berdewam dike. Trump vê carê abluqayek danî ser tengava Hurmuzê û li bendê ye, ku Îran şert û mercên wî qebûl bike. Herweha plansaziya tevlêkirina hêzên Kurdî ya di şerekî bejahî de ji bo niha hatiye rawestin. Ji Zanîngeha Sussex a Îngîltereyê, pisporê peywendiyên navnetewî, Doç. Dr. Kamran Matin rave dike.

Von Celil Kaya

Dr. Kamran Matin, ji Zanîngeha Sussex a Îngîltereyê

Dema ku Amerîka û Îsraîlê di 28’ê Sibatê êrîşên xwe yên ser Îranê dan dest pê kirin, kesî nizanibû ka ka ev şer ewê kengî biqede yan çi encamê jê derkeve. Şer dirêj kir û Îranê karibû şer li herêmê jî belav bike.

Di 8’ê Nîsanê de agibresteke du hefteyî hat ragihandin û hat diyar kirin, ku bi mazûvaniya Pakistanê ewê Amerîka û Komara Îslamî dest bi danûstaninan bikin. Danûstandinên Îslamabadê, ku di 11 û 12 Nîsanê de bi rê ve çûn, piştî bi dehan salan yekemîn danûstandinên rasterast bûn di navbera wan herdu welatan de. Lê danûstendinên ku 20 saetan ajotin, bê encam man, ku ya rast kes jixwe li bendê nebû ku encameke erênî jê derkeve.

Mijarên hatin nîqaş kirin, bernameyên atomî û mûşekî yên Îranê, ceza û tehrîmên ser Îranê herweha tengava Hurmuz bû.

Yekser piştî tekçûna muzakereyan Amerîkayê ragihand, ku ewê tengava Hurmuz ji bo keştiyên Îranê asê bike. Herçend agirbesta lerzok berdewam dike jî ji bo tûreke duyem a muzakereyan hîna sînyaleke ber bi çav nîne. Trump roja înê îddîa kir, ku Îranê qebûl kiriye stoka xwe ya uranyuma zexm radestî wan bike. Lê belê ji aliyê Komara îslamî piştrastkirinek heta niha nehat.

Hin pispor dibêjin heger careke din êrîşeke giştî dest pê neke jî, heşdî şaabî ya li Iraqê û mîlîsên Huthiyên Yemenê dikarin wekaleten şerekî li dij Amerîka û Îsraîlê bimeşînin.

Hevdem, herçend di destpêkê de ji bo şerekî ser erd navê partiyê Kurdan derbas dibû jî xuya ye ev yek qet nebe ji bo niha ji rojevê ketiye. Lê belê Kurdên Rojhilat ewê ji niha û pê ve çi bikin? Geleo rojhilata navîn ewê vegere rewşa berê yan mêzînên siyasî û stratejîk ji binî ve hejiyane? Gelo welatên Kendavê ewê bikaribin nefta xwe, ku damara sereke ya aboriyên wan e, bi riyeke din bigihînin bazara cîhanî.