110 Sal Rêkeftina Sykes-Picot COSMO Kurdî 15.05.2026 36:30 Min. Verfügbar bis 15.05.2027 COSMO


Download Podcast

ROJEV 110 Sal Rêkeftina Sykes-Picot

Stand:

Rêkeftina nepenî ya Sykes-Picot, ku Rojhilatê Navîn li gor berjewendiyên Brîtanyan û Fransa'yê par ve dikir, 110 sal berê, di 16’ê Gulana 1916’an hat îmze kirin. Sykes-Picot ne ket meriyetê lê belê rihê wê paşê di çendîn peymanên din de derket holê. Û roja îro him Tirk, him Ereb û serê pêşî jî Kurd û gelên din jê nerazî ne û wekî berpirsiyara herî mezin a çarenûsa xwe dibînin. Prof. Hamit Bozarslan vê peymanê û karîgeriyên wê yên roja me ya îroyîn rave dike.

Von Celil Kaya

Prof. Dr. Hamit Bozarslan

Bingeha gelek şer û pevçûnên li Rojhilatê Navîn diçe 110 sal berê heta sala 1916’an, rêkeftina nepenî ya Sykes-Picot. Anku Di dema yekemîn cîhanê de Brîtanya û Fransa di nav xwe de li hev kirin, ka piştî şer herêma rojhilatê navîn di nav xwe de çawa par ve bikin. Paşê Çaritiya Rûsya’yê jî li vê planê zêde bûye. Plana dizî piştî şoreşa Cotmehê ya Bolşevîkan ji raya giştî re hat aşkere kirin.

Yekemîn Şerê Cihanê

Herba mezin, ku paşê navê yekemîn şerê cîhanê lê bihata kirin, di sala 1914’an de dest pê kir. Herçen Brîtanya û Fransa dixwestin, ku Osmanî di vî şerî de bê alî bimînin, Osmanî li cem Almanya û Awisturya-Macaristan tev li şer bûn.

Beriya wê împaratoriya Osmanî di sala 1912’an de, gelek herêmên xwe yên li Balkanan ji dest dabûn û dixwestin wan deveran dîsa bi dest bixin.

Fransa û Brîtanya’yê, Osmanî wekî xeleka herî qels a hevgirtinê didît û di 1915’an de bi hêzeke mezin êrîşî tengava Çanakkale’yê kirin û lê bi ser neketin. Berdela vê serkeftinê, ji bilî wendahiyê canî, ewê ji Osmaniyan giran bibûya.

Dîplomatê Brîtanî Sir Mark Sykes û yê Fransiz François Georges-Picot ji bo parvekirina axa Osmaniyan bi nepenî li hev kirin. Paşê Rûsya jî li vê rêkeftinê zêde bû.

Wêneyên Sir Mark Sykes (çep) û Francois Georges-Picot (rast)

Parçebûna Kurdistan'ê

Wan li ser nexşeyê ji Kerkukê heta Hayfa’yê xetek kişandibû û jorê wê xetê diket destê Fransiyan û biniya wê jî yê Brîtaniyan.

Li gor vê parvekirinê, herêmên beravî yên başûrê Anatolya û beravên rojhilatê Derya spî diketin bin kontrola Fransizan. Herweha çendîn bajarên Bakurê Kurdistan’ê: Dîlok, Riha, Amed û Mûsil.

Ji aliyê din de Hayfa, Bexdad û başûrê Mezopotamyayê jî diketin bin destê Brîtanya.

Rûsan jî pareke mezin a Bakurê Kurdistan’ê, Erzirom, Wan, Bêdlîs û deverên derdorê û Trabzon digirtin destên xwe. Hêjayî gotinê ye, Rûs piştî şoreşa Bolşevîkan ji vê rêkeftinê vekişiyan.

Nexşeya Sykes-Picot

Peymanên Sevr û Lozan'ê

Lê Brîtanya û Fransa dev ji mebestên xwe bernedan. Van herdu welatan ji bo Ereban qane bikin soza dewletê dabûn wan û paşê di sala 1920’an de di Konferansa San Remo de biryara damezirandin Sûrî û Lubnan, Iraq û Filistîn a di bin mandaya wan dewletan de hat dayîn. Konferansa San Remo ji bo amadekirina peymana Sevr hatibû li dar xistin.

Li gor Peymana Sevr a 1920’an li herêmên ku qerar bû biçûna Rûsya’yê Ermenistanek dihat ava kirin. Herêmên din ên Bakurê Kurdistan’ê, ku qerar bû biçûna Fransa’yê, jî ne dewlet be jî îdareyeke bi navê Kurdistan dihat damezirandin. Lê Sevr berjewendiyên Brîtanya û Fransa’yê garantî dikir.

Piştî ku Sevr jî têk çû îcar di saka 1923’an de peymana Lozan’ê hat. Di bin vê peymanê de êdî behsa Ermenistan yan Kurdistanê nehat kirin û hetta navê Kurdan jî tê de derbas nebû. Sînorên îroyîn yên Tirkiye’yê hatin danîn û Sûrî di destê Fransizan û Iraq jî di destê Brîtaniyan de man.

Anku, Kurdistan, ku di 17’ê Gulana 1639’an de bi peymana Qesrî Şîrîn di navbera Safewî û Osmaniyan de hatibû du perçe kirin, bi Sykes Picot cardin hat parçe kirin. Û ev perçebûna di nav çar dewletan de bi peymana Lozanê hat misoger kirin.