Mareşalê Neftê: Prof. Nadîr Nadîrov. COSMO Kurdî . 05.09.2025. 38:05 Min.. Verfügbar bis 05.09.2026. COSMO.
CIVAK : Mareşalê Neftê Prof. Nadir Nadirov
Stand:
Di sala 1937’an de bi hezaran Kurd bi fermana Stalîn sirgûnî stepên Qazaxistan’ê hatin kirin. Prof. Nadir Nadirov wê demê 5 salî ye. Lê wî kurikê reben, ku li stepên beyar ên Qazaxistan’ê di bin kona reş de dijiya, xwend û bû profesor, bû serokê Enstituya Zanistî ya Qazaxistan'ê. Hetta serokê wê demê Qazaxistan’ê Kunaev unvana Mareşalê Neftê da wî. Nadirov zêdeyî 900 gotarên zanistî û 35 pirtûk nivîsandin û herweha xwedî zêdeyî 250 patentan e jî. Prof. Nadirov di sala 2021’ê di 89 saliya xwe de xatir ji vê jiyanê xwe. Lê wî li dû xwe mîrateke mezin hişt. Ne tenê wekî zanyarek lê herweha wekî zanyarekî Kurd. Wekî ku ew dibêje, wî hemû serkeftinên xwe yên zanistî wekî wesîleya bilindkirina navê milletê xwe dît.
Von Celil Kaya
Nadir Nadirov wekî gelek Kurdên Rewan’ê bi eslê xwe ji Serheda Bakurê Kurdistan’ê, ji bajarê Wan’ê ye. Piştî serhildana Şêx Seîd bavê wî jî dikeve zindanê û îcar eşîr jî ji Tirkiye’yê direve û berê xwe dide aliyê din ê çemê Erez’ê anku Naxçivan a Yekitiya Sovyetê.
Nadir Nadirov hîna 4 salî ye, bavê wî diçe rehmetê. Lê ji sêwîbûnê girantir tiştek heye, ew jî bêwarbûn e. Di sala 1937’ê de leşkerên Sovyetê dora gund digirin...
Wê salê bi fermana Stalîn dora 3 hezar Kurd ji Naxçivan û Ermenistan’ê sirgûnî Kazaxistan û Kirxizistan’ê dikin. Ev sirgûnî di sala 1938’an de jî berdewam dike. Stalîn Kazaxistan’ê wekî laboratuara muhendiziya civakî dibîne. Her milletê ku bi wan ne ewle ye yan wekî metirsiyekê dibîne, yan dişîne çolên Kazaxistan’ê yan jî Sibirya’yê. Prof. Kinyaz Ibrahîm Mîrzoyev ê rehmetî dibêje, Kurdên li ser sînora Tirkiye’yê wekî casûs û sîxur hatine sûcdar kirin.
Wekî ku Mamoste Kinyaz ‘ê rehmetî jî dibêje, ev yekem car bû ku Kurd hatibûn Kazaxistan’ê lê belê ne cara dawî bû. 1944’an de Stalîn dîsa fermanekê derdixe û Tatarên Kirim’ê û milletên din ên musulman ên Gurcistan û Ermenistan’ê jî sirgûnî Asyaya Navîn dike. Tiştê sosret ew e, ku xortên van milletan di wan deman de di nav artêşa Sor de li eniya rojava ji bo parastina Sovyetan li dijî Almanya’yê şer dikin. Ên ku di şer de sax dimînin û vedigerin nikarin malbata xwe peyda bikin. Herweha piştî hilweşîna Sovyetê pêla sêyem a sirgûniya Kurdan dest pê dike. Vê carê Ermenistan Kurdên musulman diqewirîne û ew jî ji neçariyê xwe diavêjin bextê Qazaxistan’ê.
Nadîr Nadîrov dibêje, ew serkapûza ku hatibû serê wan bi sirgûnkirinê bi dawî nabe. Tade û zilma Sovyetan li Qazaxistan’ê jî berdewam dike. Birê wî yê herî mezin Abdullah piştî ku dixin zindanê tê wenda kirin. Êşa Abdullah ê bira ji Nadirov re dibe derd lê tu caran dev jê bernade û hewlê dide aqûbeta wî zanibe.
Carekê hevaleke min a ji Kurdên Elegezê gotibû, di dema Sovyeta de milletê te çi be ne pirr girîng lê diviya tu xwenda baya. Te çiqas xwendiba, tu ewqas însan dihatî hesibandin. Nadirov jî bi vê yekê dizanî û dixwest bixwîne. Û xwedê heye, di dersên xwe de zîrek jî bû. Nadirov wê demê dixwaze tibê bixwîne û bibe bijîşk lê belê ji sirgûnan re qedexe ye, ku ji gundê xwe derkevin. Ew jî radibe ji Stalîn re nameyekê dişîne û ji bo xwendinê destûrê dixwaze. Bersiva ku tê dibêje, ji bilî bajarên paytext dikarî herî xwendina bilind. Mixabin wê demê fakulteyên tibbê bi tenê li paytext Alma Ata heye. Nadirov nikare xeyala xwe bîne cih lê dîsa jî dixwîne.
Piştî ku Stalîn di 1953’an de dimire, Krûşev dibe sekreterê partiya Komunîst. Krûşev di heman demê de dest bi tasfiyekirina stalînîzmê dike. Ji sirgûniyan re efû derdixwe. Naidrov jî di sala 1956’an de bi saya vê yekê berê xwe dide Moskovaya paytext da ku xwendina doktorayê bike.
Nadirov li Moskova’yê wekî Kurd bi tenê Şeroyev nas nake. Di wan salan de Mele Mustafa Barzanî jî li Moskova’yê ye. Lê Nadirov haya wî jê nîne, ka Mele Mustafa kî ye...
Nadirov piştî doktorayê pirr bi lez ji xwe re karîyerekê çêdike. Helbet divê biçe bajarên din, ku tayîna wî radibe. Prof. Nadirov dibêje wî çi ji destê wî hat ji bo zanista li Qazaxistanê kir lê belê Qazaxistanê jî qedr û qiymeteke mezin da wî. Lê ji bo wî ev qedrdayîn ne tiştekî şexsî ye lê wesîleyeke bilindkirina navê milletê wî ye.