Komeleya Aştiyê Khamon. COSMO Kurdî . 12.09.2025. 29:20 Min.. Verfügbar bis 12.09.2026. COSMO.
CIVAK : Rêxistina Aştiyê Khamon
Stand:
Li Başûrê Kurdistan'ê rêxistineke aştiyê ya bi navê Khamon hat damezirandin, ku ji bo ji bo pêşxistina aştî û pêkvejiyanê û edaleta civakî dixebite. Em jî vê heftê bi seroka Rêxistina Khamon, Prof. Dr. Zhiya Abbas re li ser armanc û xebatên vê rêxistinê dipeyivin.
Von Kamil Basergan
Di demeke weha de, ku qeyran, şer, nakokî û tundûtûjî li piraniya cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilatê Navîn û her çar beşên Kurdistanê berbelav dibin, hewldanên aştîxwaz ên ji bo aramî û hêvî gelek girîng in. Di rewşeke weha de, di meha Nîsanê de li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistan’ê Rêxistina Khamon (Xamon) a ji bo pêşxistina aştî û pêkvejiyanê û edaleta civakî hat damezirandin.
Khamon bi gelemperî li dij tunûtîjiyê lê herweha ji bo xurtkirina têgihiştina nav gelan û edaleta civakî dixebite. Herweha çareserkirin û pêşîlêgirtina nakokiyan a bi awayekî aştiyane û pêşbirina hişmendiyê bi riya perwerdehiyê, di nav çalakiyên wê rêxistinê de ne.
Em jî vê heftê bi seroka Rêxistina Khamon, Prof. Dr. Zhiya Abbas re li ser armanc û xebatên vê rêxistinê dipeyivin.