Live hören
Jetzt läuft: Darling, I von The Creator Tyler

Li Almanya'yê Nijadperestiya dij Kurdan COSMO Kurdî 03.10.2025 36:29 Min. Verfügbar bis 03.10.2026 COSMO


Download Podcast

CIVAK Nijadperestiya dij Kurdan

Stand:

Informationsstelle Antikurdischer Rassismus (IAKR) vê heftê raporeke li ser bûyerên nijadperestiya dij Kurdan a li Almanya’yê weşand. Rapor ne tê amar û hejmarên van bûyeran dide lê herweha cih dide çendîn gotarên zanist û pisporan, ku di vî warî de kar û xebat dimeşînin. Herweha pêşniyarên zelel jî beşeke vê raporê ne. Em jî ji IAKR bi Passar Hariky re li ser bûyerên nijadpesretiya dij Kurdan û naveroka raporê dipeyivin.

Von Celil Kaya

Rapora IAKR a ser nijadperestiya dij Kurdan a li Almanya'yê

Bi gelheya xwe ya zêdetirî yek milyon, Kurd yek ji mezintirîn civakên koçberan ên li Almanya’yê ne. Lê belê ji ber ku Kurd wekî komeke serbixwe ya koçberan nayên naskirin, ew di nav amarên xelkê Tirk, Iraqî, Îranî yan Sûrî de wenda dibin. Herweha cudakarî û êrîşên dij Kurdan jî di bin bana giştî ya nijadperestî û sûcên nefretê de derbas dibin.

Informationsstelle Antikurdischer Rassimus (Dezgeha Tomarkirina Bûyerên Nijadperestiya dij Kurdan) ji sala 2023’an ve hewlê dide balê bikişîne ser vê mijarê û hişmendiyekê di warî de ava bike. Dezgehê vê heftê rapora xwe ya salane ya sala 2024’an weşand. Di vê raporê de 217 bûyerên taybet ên nijadperestiya dij Kurdan tên ragihandin, ku kirdar nijaperestên Tirk, Ereb û Fars in. Herweha Kurd dibin hedefa îslamîstên tundrew jî. Hevdem, piçûk xistin û kêm dîtina nasname, çand û zimanê Kurdî jî formeke nijaperestiya çandî ya dij Kurdan e.

Herçend bûyerên nijadperestiyê bêhtir li ser torên civakî pêk tên yan bi gotinan tên derbirrîn jî di çendîn bûyeran de ev nijadperestî vediguhere êrîşên fîzîkî yên dij Kurdan û dezgehên wan.