Kurdên Japonya'yê. COSMO Kurdî . 22.08.2025. 46:23 Min.. Verfügbar bis 22.08.2026. COSMO.
CIVAK : Kurdên Japonya'yê
Stand:
Kurdên Japonya’yê ne ewqas zêde bin jî vê dawiyê gelek di rojevê de ne. Li hember wan pêleke nefretê rabû û ev yek bû mijara kampanyayên partiyên rastgir, ku di hilbijartinên 24’ê Tîrmehê de dengên xwe bi awayekî berbiçav zêdekirin. Nijadperestên Tirk ên ji Tirkiye’yê jî li ser torên civakî de piştgirî didin nijadperestên Japon. Nivîskarê pirtûka "Karihomen: Li Japonyay'yê Kurdbûn" rojnameger Îrfan Aktan rave dike.
Von Celil Kaya
Raya giştî serê pêşî dora 5-6 sal berê navê Kurdên Japonya’yê bihistibû, dema ku hîndekarê Zimanê Kurdî Vakkas Çolak, ku li cem Zanîngeha Tokyo’yê dersên zimanî Kurdî dide, ji ber mudaxaleya Wezareta Derve ya Tirk gilî û gazin kiribûn.
Lê ev dora du sal in li Japonya’yê li dij civaka Kurdî kampanyayeke nefretê tê meşandin. Kurd dibin hedefa gotarên nefretê yên partiyên rastgir. Di wî warî de rastgirên Tirk ên ji Tirkiye’yê jî destekê didin rastgirên Japonan û li ser torên civakî pêla nefretê tê xurtkirin. Qanûnên Japonî yên pêşîlêgirtina gotarên nefretê jî bi rêk û pêkî nayên cih bi cih kirin. Heger bê bîra we parlamentera DEM Partiyê Meral Danış Beştaş, ev mijar anîbû rojeva parlamentoya Tirk jî.
Rêwitiya ji Mereş'ê ber bi Japonya'yê ve
Rojnameger Îrfan Aktan serê îsal pirtûkeke bi navê Karihömen: “Li Japonya’yê Kurdbûn” weşand. Pirtûka ku ji weşanên Îletîşîm’ê derket li ser jiyana civaka Kurdî ya li Japonya’yê hûr dibe. Dema ku dibêjim civak nefikirin ku bi milyonan Kurd li wir hene. Na li vî welatê bi gelheya 125 milyon dora 2 -3 hezar Kurd hene, ku pirraniyan wan li wîlayeta Saitama ya Bakurê Tokyo’yê, li du bajaran kom bûne: Kawaguçî û Warabî.
Diroka Kurdên Japonya’yê ne ewqas kevn e. Serê pêşî di salên 90’î de Kurdên ji Rojhilat berê xwe didin Japonya’yê. Herweha Kurdên Başûr, ku ji ber zilma Seddam reviyabûn. Bi salên 90’î ve îcar Kurdên Bakur berê didin wê girava ku roj jê hiltê...
Li gelek deverên Bakurê Kurdistan’ê, dewleta Tirk xwedê giravî ji ber sedemên ewlekariyê gelek gund şewitandin û hin dever bi giştî qedexe kirin. Di nav wan deveran de gelek mêrg û zozan jî hebûn, ku xelkê sewaldar bê wan nema dikarîn pezê xwe xwedî bikin. Yek ji wan deveran jî sêgoşeya Mereş, Entep û Semsûr e, ku lê dora 12 gundên eşîra Mahakan hene. Ji wan zilamekî bi navê Mehmet serê pêşî ew diçe Japonya’yê, ku ji hevwelatiyên Tirk vîze naxwaze. Paşê navê wî wekî Mihemê Kawaguçî dimîne. Û bi demê re hêdî hêdî Mahakaniyên din jî diçin Japonya’yê. Piştî ku di sala 2010’an de li Bakur şer û pevçûn dîsa giran dibin vê carê gelek ciwan, xwendekarên zanîngeha û kesên siyasetmedar jî diçin Japonya’yê.
Wekî li her welatekî din, koçber wan kar û îşan dikin, ku xelkê xwecihî tenezzul nakin. Li Japonya’yê navê vî karî Kaitai ye, anku hilweşandina xaniyên kevn, ku japonî bixwe dibêjin karekî giran, gemarî û xeternak e. Hin Kurdên din jî dikevin nav karê xwaringeh û restoranan jî.
Vîze ne hewce ye lê îqamet gelek dijwar e
Me got Japonya ji Tirkiye’yê vîze naxwaze lê belê stendina îqameya li Japon gelek dijwar e. Japonya di warê qebûlkirina penaberan de gelek hişk e jî. Li gor daneyên fermî yên Daîreya Penaberan a Japonya’yê di sala 2024’an de zêdeyî 12 hezar serlêdanên penaberiyê hatine kirin, ku di nav wan de kesên ji Tirkiye’yê bi rêjeya ji sedî 10 dora sisiyan de ne. Japonya’yê di sala 2024’an de bi tenê serlêdana 176 penaberan qebûl kir, ku di nav wan de tu kesekî ji Tirkiye’yê nîne.
Herçend hin Kurdên ji Başûr, Rojhilat û Rojava ji ber sedemên siyasî wekî penaber hatine nas kirin jî, di dîroka Japonya’yê cara pêşîn di sala 2022’an de Kurdekî Bakur ji ber sedemên siyasî mafê penaberiyê wergirt. Hin Kurdên ji Bakur herweha ne ji ber sedemên siyasî lê ji ber sedemên însanî mafê rûniştinê stendine. Ew jî dora 40-50 kes in. Dora 140 Kurdan ji ber rewşa malbatî, dora 200 Kurdan jî bi riya zewacê îqame stendine. Kêm bin jî Kurdên ku wekî karsaz stendine jî hene. Lê hejmareke mezin a Kurdan ne qeçax bin jî, bê statuyeke huqûqî li Japonya’yê dijîn. Mirov dikare bêje, rewşa wan wekî Duldung a li Almanya’yê ye. Wîlayeta Saitima radigihîne ku li bajarê Kawaguçiyê 700 kes bi Karihömen anku Duldungê dijî, 1300 kes jî xwedî îqameya demborî ne.
Nijadperestên Tirk jî piştgiriyê didin
Di sala 2023’an de Japonya biryar dide qanûnên koçberî û penaberiyê hişktir bike. Di Tîrmeha wê sal îcar li Kawaguçi’yê di navbera Kurdan bixwe de şer û pevçûnekê bi kêran rû dide, ku di torên civakî de gelek tê mezin kirin. Rastgiran li dij Kurdan nefretê belav dikin. Û rastgirên Tirk jî tên alîkariya wan.
Hêjayî gotinê ye, PKK ji sala 2002’an ve li Japonya’yê di lîsteya terorê de ye. Lê Japonya 2023’an de dema ew lîste nûjen kir serê pêşî PKK’ê nexist lîsteyê. Paşê li ser nerazîbûnên Tirkiye’yê PKK dîsa xist lîsteyê.
Em ji nûçeyên rojnameyên Japonî dizanin pirraniya trolên ku li ser torên civakî nefreta li dij Kurdan belav dikin ji Tirkiye’yê ne. Bixwe li Japonya’yê najîn, bi Japonî jî nizanin lê dîsa bi riya google translate tiştna belav dikin. Di torên civakî derket, alîgirên partiya rastgir a tundrew, ku serkêşiya dijiminatiya Kurd dike, Sanseito, di xwepêşandanên xwe de alên Tirkiye’yê radikin û diçin Tirkiye’yê û seredana Vatan Partisi dikin...
Di 24’ê Tirmehê de li Japonya’yê hilbijartin pêk hat. Partiya rastgir a tundrew Sanseito, ku berê di parlamentoyê de xwedî kursiyek bû, vê carê 15 kursî bi dest xistin. Vê yekê partiya desthilatdar a Demokratên Liberal LDP jî xist tengasiyê.