Live hören
Jetzt läuft: Fragile von Tech N9ne feat. ¡MAYDAY! Kendrick Lamar & Kendall Morgan

NRW 2025: Encumenên Întegrasyonê COSMO Kurdî 26.09.2025 33:13 Min. Verfügbar bis 26.09.2026 COSMO


Download Podcast

CIVAK NRW 2025: Encumenên Întegrasyonê

Stand:

Di 14’ê mehê de li NRW hilbijartinên xwecihî anku hilbijartinên şaredarî, encumen û qeymeqamiyan hatin li dar xistin. Û di 28’ê mehê de li çendîn bajarên mezin tûra duyem a hilbijartinan tên li dar xistin. Di hilbijartinên xwecihî de herweha meclîsên întegrasyonê jî hatin hilbijartin. Em jî bi Şahin Kürküt re dipeyivin. Camêr li Bonn’ê ji lîsteya serbixwe ya Kurdî ket wê meclîsê.

Von Celil Kaya

Şahin Kürküt- Endamê Encumena Întegrasyonê ya Bonn'ê

Eyaleta Nordrhein-Westfalen anku NRW bi gelheya xwe ya zêdetirî 20 milyonan mezintirîn eyaleta Almanya’yê ye. Li vê eyaletê dora 14 milyon hilbijêrên tomarkirî hene. Û di 14’ê Îlonê de li NRW’ê hilbijartinên xwecihî anku hilbijartinên şaredarî, encumen û qeymeqamiyê hatin li dar xistin, ku di encamê de partiya CDU anku Yekitiya Mesihiyên Demokrat wekî partiya yekem derket. CDU herçend li gor hilbijartinên 5 sal berê ji sedî 1 deng ji dest dan jî bi rêjeya ji sedî 33 bû partiya herî xurt.

Hevpara piçûk a hikûmeta koalîsyonê SPD anku Partiya Sosyal Demokratan herçend li gor hilbijartinên berê dora ji sedî du deng wenda kirin jî bi rêjeya ji sedî 22 bû partiya duyem.

Hêjayî gotinê ye ji sala 1999’an û vir ve CDU li NRW’ê hertim partiya yekem dertê. Lê belê encamên vê carê ji sala 1946’an anku cirkî NRW hat damezirandin xerabtirîn encamên ji bo wan herdu partiyan e. Lê dîsa jî ev encam gelek bilindtir in ji encamên wan rapirsiyan ku vê dawiyê di asta federal de hatibûn meşandin.

Ji aliyê din de, Partiya Keskan di van hilbijartinan de bi rêjeyeke berbiçav deng ji dest dan. Keskan li gor hilbijartinên berê dora ji sedî 6,5 deng wenda kirin û encas ji sedî 13,5 ê dengan stendin. Partiya liberal FDP anku Partiya Demokratên Azad bi rêjeya ji sedî 3,7 û partiya çep jî ji sedî 5,6 deng stendin.

Lê belê di van hilbijartinan de serkeftina herî mezin a partiya rastgir a tundrew AfD anku Alternatîfa ji bo Almanya’yê bû. AfD’ê rêjeya dengên xwe sê beranber zêde kirin û ji sedî 14,5 deng stendin.

Hevdem, rêjeya beşdarbûna hilbijartinan îsal wekî ji sedî 56,8 hat pîvandin, ku di sala 2020’an de ev rêje dora ji sedî 52 bû. Hêjayî gotinê ye, rêjeya îsal ji sala 1994’an û vir ve rêjeya herî bilind a beşdariyê ye.

Li gor qanûnê da ku berendamek wekî şaredar were hilbijartin divê pirraniya mutlaq anku ser ji sedî 50 dengan werbigire. Li 147 bajar û bajarokan ji ber ku endaman pirraniya mutlaq bi dest nexistin di 28’ê îlonê de tûra duyem tên li xistin, Köln, Aachen, Bonn, Bochum, Bielefeld, Düsseldorf, Duisburg, Dortmund û Müster jî di nav wan bajaran de ne.

Bizden Biri, Köln Belediye Başkan adayı Berivan Aymaz

Li Köln’ê di 14’ê mehê de partiya Keskan bi namzeta xwe ya Kurd Bêrîvan Aymaz bi rêjeya dora ji sedî 28 ê dengan yekem derketibû. Di dora duduyan de jî bi rêjeya ji sedî 21 SPD’ê hebû. Hilbijartinên roja 28’ê mehê di navbera van herdu namzetan de be.

Hevdem hilbijartineke din, ku balê dikişîne. Gelsenkirchen e. Li vî bajarî tûra duyem di navbera SPD û AfD’ê dimeşe. Û heger AfD bi ser keve, ew dê li NRW’ê bibe yekem şaredarî ku bikeve destê AfD.

Di hilbijartinên xwecihî de herweha meclîsên Întegrasyonê yan Encumenên xwe guncadinê tê hilbijartin. Kesên koçber ne yan kesên xwedî paşxaneyeke koçberiyê, ne xem e heger bûne hevwelatiyê Alman yan na, dikarin ji bo wan meclîsan deng bidin. Ev meclîs temsîla berjewendiyên koçberan dikin û şaredarî jî di warê mijarên girêdayî koçberan de bi wan meclîsan dişêwirin.