Depresyon: Nexweşiya Serdema Me. COSMO Kurdî . 27.02.2026. 27:08 Min.. Verfügbar bis 27.02.2027. COSMO.
CIVAK : Depresyon: Nexweşiya Serdemê
Stand:
Depresyon nexweşiyek e ku dikare were dermankirin e. Bi desteka civakî, terapiya psîkolojîk û heger hewce be bi dermanan, gelek kes dikarin vegerin jiyana xwe ya asayî. Dr. Şwan Muhammed Omer li ser depresyonê û bandorên wê dipeyive û herweha şîretên pisporiyê dide.
Von Kamil Basergan
Rentnerin sitzt allein auf einer Parkbank
Depresyon nexweşiyeke girîng a derûnî ye ku bandorê li ser hest, fikr û jiyana rojane ya mirovan dike. Mirovên ku bi vê nexweşiyê re dijîn, pir caran hestên xemgînî, bêhêvîbûn, westan û kêmbûna dilxwaziyê dibînin. Heger neyê çareser kirin, dikare bibe sedema pirsgirêkên mezin ên civakî û kesayetî. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li seranserê cîhanê zêdetirî 300 milyon kes ji depresyonê bêzar in. Li gorî daneyên herî dawî heta dawiya sala 2025an, hejmara mezinên ku bi van nexweşiyan ketine tê gûman kirin bi qasî 332 milyon e, ku ev jî nêzîkî ji sedî 5.7 ê ji nifûsa ji 18 salî mezintir pêk tîne.
Li Almanyayê, koçberên ku ji welatên cûda hatine, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Zehmetiyên wekî astengên zimanî, cudabûna ji malbatê, stresê koçê û neewlehiya civakî dikarin şert û mercên depresyonê zêde bikin. Lêkolîn nîşan didin ku koçberên ku trauma an jî şer û tundûtûjî dîtine, di bin xetera depresyonê de ne.
Kurdên ku li Almanyayê dijîn, bi taybetî yên ku ji herêmên şer û nakokiyê hatine, carinan bi bîranînên dijwar û astengên tevlêbûna civakî re dijîn. Her çend gelek rêxistin û navendên alîkariyê hene, lê hin kes ji ber tirs, şerm an jî neagahî ji destpêkirina dermankirinê dûr dimînin. Pisporan dibêjin ku pêwîst e agahdariyê li ser tenduristiya derûnî zêde bibe û alîkariya bi zimanê dayikî were pêşkêşkirin, da ku koçber – bi taybetî jî Kurd – karibin bi hêsanî bigihîjin desteka psîkolojîk.