Live hören
Jetzt läuft: Limit to your love von James Blake

München: Nijadperestiya dij Kurdan COSMO Kurdî 20.02.2026 45:16 Min. Verfügbar bis 20.02.2027 COSMO


Download Podcast

CIVAK München: Nijadperestiya Dij Kurdan

Stand:

Lêkolîneke nû diyar dike, ku nijadperestî û cudakarî parçeyeke jiyana rojane ya Kurdên München'ê ne. Mexdûr pirranî ciwan in û bi taybetî keçên ciwan. Herweha gelek Kurd ji ber tirsa cudakarî û nijadperestiyê nasnameya xwe ya Kurdî vedişêrin. Lêkolîna Prof. Dr. Cinur Ghaderi

Von Celil Kaya

Worte wie z. B. Rassismus, Vorurteile, Farbe usw. sind auf einem Plakat zu sehen

Kurd yek ji mezintirîn komên koçberan ên li Almanya’yê ne. Lê ji ber ku li gor welatên ku ew jê tên pênasekirin anku wekî Tirk, Sûrî, Îranî yan Îraqî, Kurd nayên dîtin. Herweha nijadperestî û cudakariya ku ew tûş dibin jî nayên dîtin yan tên paşguh kirin. Ev bû encama pirtûka Prof. Dr. Çinur Ghaderi, Ji Evangelische Hochschule (evH) Bochum ku di Tebaxa 2025’an de hatibû weşandin: „Nijadperestiya dij Kurdan“.

Prof. Ghaderi vê carê li ser daxwaza şaredariya München’ê lêkolîneke taybet a ser serpêhatiyên nijadperestî û cudakariya 28 hezar Kurdên München’ê meşandiye. Hêjayî gotinê ye nîvê Kurdên München’ê wekî karker hatine Almanya’yê û çarekê wan jî wekî penaber. Herçend pirraniya wan ji Bakurê Kurdistanê bin jî ji her parçeyên Kurdistanê Kurd li München’ê dijîn û di nav wan de ji musulmanên Sunnî heta Kurdên Elewî û Êzîdî pirrengiyeke baweriyê jî heye.

Li gor encamên vê lêkolînê nijadperestî û cudakarî parçeyeke jiyana rojane ya Kurdên München’ê ne, çi li jiyana civakî, çi li cihê kar û dibistan çi li cem dezgeh û daîreyên fermî. Û mexdûrên serekî ji bi giştî ciwan û bi taybetî jî keçikên ciwan in.

Di çarçoveya vê lêkolînê de zêdeyî 200 kesan formên rapirsiyê dagirtine, bi 23 kesan ve hevpeyvînên şexsî hatine kirin û herweha 9 hevdîtinên komî.  

Encama herî balkêş ew e, ku zêdetirî ji sedî 87’ê beşdaran gotine, ku ew di 12 buhurî de di warên cihê cihê de tûşî cudakariyê bûne û heta ji sedî 12 ji wan rastî êrîşên fîzîkî jî hatine.

Hevdem ji aliyê din de ji sedî 57’ê wan gotine ew bi taybet ji ber Kurdbûna rastî nijadperestiyê hatine.

Ji encaman herweha diyar dibe, ku hevwelatiya Almanî jî Kurdan ji ber nijadperestî yan cudakariyê nikare biparêze, ji ber ji sedî 56’ê beşdaran hevwelatiyên Alman in.

Encameke din a lêkolînê destnîşan dike, ku ji sedî 8’ê beşdaran bê hevwelatî ne anku di serî de konsulxaneya Tirkî ji ber kar û xebatên wan ên siyasî pasaportên Kurdn dirêj nekirine û lewma ew jî nikarin îqameta Almanî bistînin û bi Duldungê dijîn.

Prof. Dr. Ghaderî di encama rapora xwe de herweha hin pêşniyaran dike: Perwedekirina polîs û fermanberên daîreyên fermî, avakirina mekanîzmayên piştgirî û gilî kirinê, bêhtir cihdayîna zimanê Kurdî, şopandina torên rastgir ên nijadperest û olperestan herweha avakirina Mala Kurdan ji bo civaka Kurdî ya li München’ê.