Live hören
Jetzt läuft: MIA von Bad Bunny feat. Drake

Qaîdeyên nû ji bo yekbûna malbatan / Rewşa li Sûriyeyê COSMO Kurdî 18.07.2025 31:41 Min. Verfügbar bis 18.07.2026 COSMO


Download Podcast

CIVAK Lihevgihandina malbatî radiweste

Stand:

Almanya’yê ji bo hin penaberan lihevgihandina malbatî ji bo du salan dide rawestandin. Ji Bochum’ê parêzer Besra Güler behsa qanûna dike. Herweha nakokiyên di navbera hikûmeta Surî û HSD’ê de kûr dibe. Endamê Parlamentoya Federal Jian Omar jî rewşa dawî ya li Sûrî şîrove dike.

Von Kamil Basergan

Schild der Ausländerbehörde Köln

Schild der Ausländerbehörde Köln

Lihevgihandina malbatî

Parlamentoya Federal vê dawiyê pêşnûmeqanûnek pesend kir, ku nahêle penaberên ku mafê parastina talî wergirtine (subsidiär) ji bo du salan endamên malbata xwe bînin cem xwe Almanya’yê. Tê gûman kirin, qanûna nû karîgerî li ser 12 hezar penaberan bike, ku pirraniya wan xelkê Sûrî ne.

Li gor qanûna nû tenê ji ber rewşa awarte ya mirovî ev kes dikarin endamên xwe bînin Almanya’yê. Heta niha penaberên bi vî rengî dikarîn hevjîn û zarokên xwe yên bin 18 salî bînin cem xwe. Lê belê ji bo vê yekê jî serê mehekê kontentaneke hezar kesî hebû. Endamên hikûmeta koalîsyonê CDU û SPD dibêjin, mebest vê yekê him kêmtirkirina hatina koçberên nû ye him jî sivikkirina barên ser şaredariyan e.

Şam: Hevdîtina General Mazlûm Abdî digel Colanî

Rewşa li Rojava û Sûrî

Di Adara îsal de serfermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û serokê hikûmeta demborî ya Sûrî Ehmed Eşşera peymaneke çendîn madeyî îmze kiribûn ji bo entegrekirina rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî.

Herçend heta dawiya îsal wext jê re hatibû terxan kirin jî Tom Barrack, nûnerê taybet ê serokê DYE Trump, hefteya buhurî daxuyaniyek da, ku Kurd pê nerazî ne. Barrack got me tu soza xweserî yan federasyonê nedaye Kurdan. Wî herweha behsa Sûriyeyeke Ereb a yekreng jî kir.