Live hören
Jetzt läuft: In The Dance von Manga Saint Hilare feat. Freeza Chin MoreNight

Li Bonn'ê Konferansa Aştiyê COSMO Kurdî 21.11.2025 29:26 Min. Verfügbar bis 21.11.2026 COSMO


Download Podcast

CIVAK Li Bonn'ê Konferansa Aştiyê

Stand:

Qad e.V. di 22’ê Mijdarê de, li Bonn’ê kombûneke bi serenavê "Avakirina Jiyana Hevbeş: Pêvajoya Çareseriyê û Perspektîfên Sibêrojê yê li Tirkiyeyê," li dar dixe. Leyla Imret, şaredara berê ya Cizîrê û nûnera HDPê ya li Almanyayê, û Zülküf Kurt, şêwirmendê siyasî, rojnamevan û cîgirê serokê Komeleya Qadê li ser xebatên vê rêxistinê û vê konferansê dipeyivin.

Von Kamil Basergan

Konferansa Komeleya QAD

Komeleya Qadê ya Lêkolînên Aştiyê, ku di Sibata 2024’an de hat damezirandin, ji xwe re wekî armanc daniye ku tevkariyê li avakirin û parastina aştiyê û têgihiştina navneteweyî bike, bi taybetî di warê pirsa Kurd de. Komele xwe wekî platformek ji bo nîqaş û danûstandinê dibîne. Armanc ew e ku bi awayekî objektîf û bêalî çareseriyên pêşniyarkirî li ber çavan bigire, rêyên avakirin û parastina aştiyê lêkolîn bike, lêkolînên li ser pevçûn û aştiyê wekî qadeke zanistî ya girîng nas bike, pêş bixe û xurt bike, û danûstandineke zindî, adil û bi rêz hêsan bike.

Di vê podkastê de, Leyla Imret, şaredara berê ya Cizîrê û nûnera HDPê ya li Almanyayê, û Zülküf Kurt, şêwirmendê siyasî, rojnamevan û cîgirê serokê Komeleya Qadê li ser xebatên vê rêxistinê û vê kombûnê dipeyivin.