CIVAK : Kurdên Xorasan'ê
Stand:
Li Rojhilatê Îran’ê li ser sînora Turkmenistan’ê herêmên berfireh wekî Kurdnişîn tên nîşan dan. Ev der Xorasan e, dora 2 hezar km dûrî Kurdistan’ê ye û Kurdên lê jî wekî Kurdên Xorasan’ê tên nas kirin. Tevî zêdeyî 400 salan jî nasnameya xwe diparêzin û Xorasan'ê wekî Kurdistan bi nav dikin. Mehdî Caferzade behsa dîrok, çand û civaka Kurdên Xorasan'ê dike.
Von Celil Kaya
Cirkî şerê Îran û Amerîka-Îsraîl’ê dest pê kir, Kurdên Îran’ê jî careke din ketin rojeva cîhanê. Helbet bêhtir partiyên Kurdan û hêzên wan ên leşkerî. Lê li ser ekranên televîzyonên navdar nexşeyên Îran’ê hatin nîşandan, ku tê de deverên Kurdnişîn dihatin nîşan dan. Serê pêşî Rojhilatê Kurdistan’e dihat binxêz kirin, anku ji sînora Naxçivan û Ermenistanê heta Wilayetên Îlam û Loristan, ku him ji ber taybetmendiya wê ya dîrokî, rêjaya wê ya Kurdan û herweha ji ber ku herêmên sînorî ne. Lê di heman demê da him li naverasta Îran’ê lê ji wê zêdetir li Rojhilatê Îran’ê li ser sînora Turkmenistan’ê herêmên berfireh wekî Kurdnişîn dihat nîşan dan. Ev der Xorasan e, dora 2 hezar km dûrî Kurdistan’ê ye û Kurdên lê jî wekî Kurdên Xorasan’ê tên nas kirin. Hunermendên wekî Yelda Ebbasî jî bi serkeftî nûnertiya Kurdên Xorasanê dike.
Ji mêj ve, beriya wê yekê ku me navê Kurdên Xorasan’ê bihîst, li hin deverên Bakurê Kurdistan’ê bi taybetî li der û dora Dêrsim, Xarpêt û Qoçgiriyê di nav Kurdên me yên Elewî de dihat gotin, ku ew ji Xorasan’ê hatine. Hin kes hene vê yekê wekî delîlê Tirkbûna wan Kurdan pêşniyar dikin. Jixwe ev yek parçeyeke gotara fermî ya dewleta Tirk e. “Xorasan welatê Tirkan e û yên ku jê hatine jî Tirk in.”
Li hember vê teza fermî ya dewleta Tirk, serê pêşî lêkolîner Faîk Bulut di 2009’an de pirtûkek nivîsî. Paşê Mehmet Bayrak jî di 2013’an de di derbarê Xorasan’ê de pirtûkek weşand. Û ya dawî di 2018’an de Selîm Temo. Selîm Temo di pirtûka xwe de dibêje, rast e ku hin Kurd ji Xorasan’ê hatine lê ew nû nehatine belkû vegeriyane ser axa xwe.
Awireke ser dîrokê
Peymana Qesrî Şîrîn a 1639 wekî yekem peyman tê zanîn, ku Kurdistan di navbera Osmanî û Safewiyan de kiriye du perçe. Lê belê di fiîliyatê de ev yek di sala 1514’an bi şerê Çaldiran’ê pêk hatiye, ku Osmaniyan cara pêşîn Kurdistan dagir kirin. Di wê seferê de Padişahê Osmanî Yawiz Sultan Selîm heta Tebrîz’ê çûbû lê nikaribû li wê derê bihewe û vekişiyabû. Ji hingî ve sînora Tirkiye û Îran’ê ya îroyîn kêm zêde wisa maye. Safewiyan di sala 1590’î de dora 5 hezar malên Kurdan ji herêmê sirgûnî Xorasan’ê kirine.
Îcar di sala 1609-10 de şerê Dimdim’ê pêk tê, ku em ji destana Keleha Dimdim û Emîrxanê Lepzêrîn a Feqiyê Teyran dizanin. Hêjayî gotinê ye, Kela Dimdim’ê piştî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî navdartirîn destana Kurdan e. Wê demê herêm ne di destê Osmaniyan ne jî di destê Safweiyan de ye. Emîrxanê mîrê Biradost ji xwe re Keleha Dimdimê ji jû ve ava dike û li herêmên Bradost û Urmiye’yê desthilata xwe radigihîne. Kurdên herêma Mukriyan jî piştgirî didin wî. Lê piştî dorpêçeke dirêj Emîrxan têk diçe û Safewî komkujiyeke mezin pêk tînin. Kurdên herêmê sirgûnî Xorasan’ê dikin û di şûna wan de êl û eşîrên Tirkên Afşar bi cih dike.
Belê dîroknas dibêjin, di encama van rûdanan de Kurdên herêmê sirgûnî Xorasan’ê hatine kirin. Anku Safewiyan bi tîrekê li dû nîşanan dixist. Him li rojhilatê îran’ê desthilatdariya xwe xurt kirin û him jî sînorên xwe yên rojhilatê li hember êrîşên Ozbekan parastin.
Halê hazir li Xorasan’ê dora 700 gundên Kurdan hene û hejmara wan li gor gûmanan dora 2 milyon e. Pirraniyan wan Kurmancîaxêv in lê eşîrên Zend û Zengene bi Lekî dipeyivin.