Hovîtiyeke Bêceza: Komkujiya Vartînîs'ê COSMO Kurdî 28.11.2025 31:49 Min. Verfügbar bis 28.11.2026 COSMO


Download Podcast

CIVAK Vartînîs: Hovîteyeke Bêceza

Stand:

Vartînîs yek ji hovîtiyên salên 90’î yên li Bakurê Kurdistan’ê ye. Di vê komkujiyê de ji bilî dê û bav 8 zarok bi saxî hatin şewitandin, ku yek ji wan hîna di zikê diya xwe bû. 33 sal bi ser bûyerê de derbas bûn lê kujerên wan zarokan nehatin cezakirin. Fîlmsaz û derhêner Celil Badikanli û Özlem Diler jî li ser vê karesatê belgefîlmek çêkiriye, ku fîlm hefteya buhurî di çarçoveya 16. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê de xelatek wergirt.

Von Celil Kaya

Komkujiya Vartînîs'ê: Endamên malbata qurbanî Öğün

Di 2’ê Cotmeha 1993’ê de li bakurê gundê Vartînîs a Dêrxas a Mûş’ê pevçûneke di navbera gêrîlayên PKK’ê û artêşa Tirk de rû dide û di encamê de Astsubayek tê kuştin.

Leşkerên ji qereqola Hasköy'ê leşker nîvê şevê tên gund û diavêjin ser malan. Hetta agir berdidin çendîn malan jî. Xelkê gund ji ber tirsa canê xwe direvin. Lê tê bihîstin, ku agir bi mala Mehmet Öğüt ketiye û ew û malbata xwe tê de asê mane.

Mala Mehmet Öğüt jixwe piçûk e, ji odeyek tê pêk tê û kom û kuflet tê de ne. Di nav malê de ji bilî wî û hevjîna wî Eşref Oran, ku ew jî ducanî ye, 7 xwişk û birayên Aysel’ê jî hene. Sevim (13), Sevda (12), M Şakir (11), M. Şirin (8), Aycan (4), Cînar (3) û Cihan (2). Gundî hewlê didin malbata Öğüt xelas bikin lê leşker pêşî li wan digirin. Ji wê malbatê bi tenê Aysel Öğüt difilite, ji ber ku wê şevê li mala apê xwe maye.

Di encamê de kes ji wê malê sax nafilite. Daxuyaniya fermî wekî her carî ew e: PKK’ê gund şewitand û leşker çûn hawara gundiyan

Aysel Öğüt dev ji doza xwe bernade û di sala 2003’an de careke din serî lê dide û vê carê lêpirsîn tê dest pê kirin. Di 2013’an de li dij leşker, komando û tîmên taybet ên polîsan doz tê vekirin.

Dozger serê her bersûcekî 25 salan ceza dixwaze lê di sala 2016’an de hemû bersûc beraat dikin. Doz diçe ber dadgeha bilind Yargitay'ê, ku ew jî di sala 2021’ê beraata sê bersûcan erê dike. Dosye dîsa diçe ber destê dadgheya derece yek û ew jî biryara girtina Yüzbaşî Bülent dide lê bersûc ji zû de reviyaye û nikare were girtin. Huqûqnas dibêjin, Yüzbaşî dizanî ku piştî 30 salan doz dikeve û lewma dixwest ji xwe re wext qezenc bike.

Di 3’ê Cotmehê 2023’ê de ji ber ku hîna biryareke mehkûmiyetê derneketiye, doz ji ber buhurîna wext dikeve. Malbat jî wekî çareya dawî serî li dadgeha destûrî dide.