Live hören
Jetzt läuft: In The Dance von Manga Saint Hilare feat. Freeza Chin MoreNight

Vîzeya Xebatê: Serpêhatiya Endezyarekî Kurd COSMO Kurdî 20.03.2026 39:31 Min. Verfügbar bis 20.03.2027 COSMO


Download Podcast

CIVAK Vîzeya Xebatê: Serpêhatiya Endezyarekî Kurd

Stand:

Almanya ji aliyekî ve qanûnên xwe yên koçberiyê hişktir dike lê ji aliyê din de jî ji bo hatina karker û xebatkarên pispor û zîrek derfetên nû vedike, ji ber ku pêdivî bi karkeran heye. Lê ji salên 60’î cihêtir divê karker pispor bin, xwendina wan a bilind hebe. Lê pêvajoya hatina wan çawa dimeşe? Çi zehmetiyên burokratîk û civakî derdikevin pêşiya wan? Endezyar Seyîtxan Ayav behsa serpêhatiya xwe ya hatina Almanya'yê dike.

Von Celil Kaya

Auf einem Schild steht: "Wir suchen Mitarbeiter!"

Li Almanya’yê halê hazir mîlyonek û 300 hezar post vala ne. Pirraniyan wan jî di warê IT û xebatên tendurustiyê yên wekî hemşîre û perestarên nexweş û pîran de ne.

Almanya’yê di 5 salên buhurî de milyon û 600 hezar postên nû vekirin û di ji sedî 89’ê wan postan de biyanî kar dikin.

Heta serê sala 2024’an dora 4 sed û 20 hezar kesên ji derveyî Yekitiya Ewropî li Almanya’yê li ser esasê karkirinê îqame stendine. Ev rêje di sala 2007’an de dora 77 hezar bû.

Rêjeya herî zêde di sala 2024’an de bû, ku 198 hezar kesan vîzeya ji bo karkerên pispor stendin û hikûmeta Alman pêşbînî dike, ku ewê salane 200 hezar vîzeyên bi vî rengî bidin karkerên pispor. Di nav wan vîzeyan de Karta Şîn a YE, vîzeya karkerên pispor, vîzeya karkeriyê û karta şansê anku vîzeya ji bo peydakirina kar.

Di van salên dawî de kesên ku ji Tirkiye’yê hatine Almanya’yê jî zêde dibe, di nav wan de jî Kurd. Ji aliyekî ve hejmareke mezin a penaberan heye lê ji aliyê din de jî kesên xwenda û xwediyê pîşeyên pispor ên wekî bijîşk, endezyar û pisporên IT nema dixwazin li Tirkiye’yê bimînin. Di nav welatên Yekitiya Ewropî de Almanya tercîha sereke ya him ya penaxwaz û him jî koçberên profesyonel e. Amar nîşan didin, piştî Hîndî û Rûsan hevwelatiyên Tirkiyeyê di dora sisiyan de ne.