Live hören
Jetzt läuft: Darling, I von The Creator Tyler

Şerê Îranê: Buhabûna jiyanê ya li Almanyayê COSMO Kurdî 24.04.2026 27:17 Min. Verfügbar bis 24.04.2027 COSMO


Download Podcast

CIVAK Almanya: Şer û Buhabûna Jiyanê

Stand:

Ji ber şerê Îranê bazarên enerjiyê, zincîreyên dabînkirinê û barkêşiya navneteweyî bi awayekî berbiçav bandor bûne.

Von Kamil Basergan

Die Anzeigetafel zeigt die Preise für Diesel und Benzin

Her ku şerê li dijî Îranê gur bûye, encamên wê êdî bi qada şer ve sînordar namînin lê bi lez belavî aboriya cîhanî bûne. Bazarên enerjiyê, zincîreyên dabînkirinê û barkêşiya navneteweyî bi awayekî berbiçav bandor bûne. Ev nîşan dide ku şerên nû çawa ji dûr ve nexşeya qezenc û zirarê ji nû ve xêz dikin.

Birêz Rusen Zangin, aborînas û Serokê Foruma Karsaziyê ya Alman-Kurdî e.V. encamên şerê Îranê rave dike. Xanim Nahidah Khoshkalam, çalakvan û seroka rêxistineke jinan li Kolnê, behsa şerê li Îranê û dirêjkirina agirbestê dike.