Perwerdehiya Kurdî wekî zimanê dayîkê. COSMO Kurdî . 03.04.2026. 47:51 Min.. Verfügbar bis 03.04.2027. COSMO.
CIVAK : Almanya: Dersên zimanê dayîkê Kurdî
Stand:
Li Almanya’yê ev 33 sal in derfet heye, ku zarokên Kurdan di dibistanên dewletî de hînî zimanê xwe yê dayîkê anku zimanê mîrata xwe ya çandî dibin. Halê hazir, li heft eyaletan dora 3 hezar zarok di van dersan de beşdar dibin. Herçend rêje hindik be jî di nav 30 zimanên mîrata çandî de tenha ziman, ku ne zimanê dewletekê ye zimanê Kurdî ye. Ji Zanîngeha Hamburg'ê Dr. Şerif Derince lêkolîna xwe ya doktorayê li ser dersên zimanê Kurdî kiriye.
Von Celil Kaya
Halê hazir li Almanya’yê li 8 eyaletan di formatên cihê de dersên zimanê dayîkê anku zimanê welatên ku zarok bi eslê xwe jê ne, tên dayîn û dora 140 hezar zarok di van dersan de beşdar dibin. Lê belê hejmara ziman û xwendekaran li gor eyaletan tên guhertin. Û yek ji sedeman jî ew e, ku li Almanya’yê perwerdehî di selahiyeta eyaletan de ye û lewma modeleke navendî nîne.
Dîroka dersên zimanê dayîkê yên li Almanyayê digihîje heta sala 1964’an. Helbet wê demê mebesta van dersan ew bû, ku zarokên karkerên “mêvan” ji bo vegera welatê xwe werin amade kirin. Anku ji ber ku karker wê demê wekî mêvan dihatin dîtin û ji wan dihat çaverê kirin, ku rojekê vegerin welatê xwe, bila zarokên wan jî ziman û çanda welatê dêûbavê xwe hîn bibin, da ku piştî ku vegeriyan zehmetiyan nekişînin. Lewma ev ders ji aliyê sefaretxane û konsulxaneyan dihatin organîze û fînanse kirin û diyarkirina mufredatê jî di destê konsulxaneyan anku di destê wezaretên perwerdehiyê yên wan welatan bixwe bû. Ders jî yan di avahiyên konsulxaneyan lê pirranî jî dibistanên seretayî yên eyaletan de dihatin dayîn. Hin eyaletan mufredatên dersan kontrol dikirin hin ji wan jî bi giştî dihiştin ser konsulxaneyan. Lê vê dawiyê gelek rexne li wan dersan hatin girtin, bi taybetî dersên zimanê Tirkî bi sedema ku hikûmeta Tirk van dersan ji bo siyaseta xwe dikir amûr û lewma hatibû xwestin ku eyalet bixwe wan dersan bidin û nehêlin destê konsulxaneyan.
Paşê eyaletan bixwe jî dest bi dayîna dersên zimanê dayîkê kirin. Vê carê mufredat ji aliyê eyaletan ve dihatin diyar kirin û mûçeyên mamosteyan jî ji aliyê eyaletan ve dihatin dayîn. Lê li hin eyaletan wekî mînak li Bayern û Baden-Würtenbergê, hîna jî bi tenê konsulxane wan dersan didin. Li hin eyaletan ên wekî li Brandenburg, Mecklernburg Vorpommen, Sachsen, Saarland û Rhein-Pfalzê konsulat di dersan de beşdar nînin.
Lê hin eyalet hene, ku wan dersan bi hevkariya konsulxaneyan dimeşînin, wekî Schleswig Holstein, Hamburg, Bremen, Berlin, Niedesachsen, NRW û Hessen. Li eyaletên Sachsen-Anhalt û Thüringenê tu dersên zimanê dayîkê nayên dayîn.
Hêjayî gotinê ye, li seranserî Almanyayê di warê gelheyê de eyaleta herî mezin NRW ye û rêjeya kesên biyanî jî herî zêde li NRW’ê ye. Li vê eyaletê ji bo 23 zimanên dayîkê ders tên dayîn û hejmara zarokan jî zêdeyî 100 hezar e.
Herçend piştî peymana îstîhdamê ya di navbera Tirkiye û Almanya de, ku di sala 1961’ê de hatibû îmze kirin, tevî Tirkan gelek Kurd jî wekî karker hatin Almanya’yê jî, ji bo zarokên wan tu dersên zimanê Kurdî tinebû. Wekî me got, mebesta wan dersan amadekirina zarokan a ji bo vegera welatê wan bû û bi tenê bi zimanê fermî ya wan dewletan ders dihatin dayîn.
Lê belê dora 20 sal paşê li cem rêxistinên Kurdan liv û tevgerekê dest pê kir û KOMKARê di sala 1980’ê de ji bo dersên Kurdî dora 30 hezar îmze berhev kirin. Herweha tê xwestin ku WDR bi zimanê Kurdî jî weşanê bike. Û bi xêra hewldanên rêxistinên Kurdan serê pêşî di sala 1993’ê de li Bremen’ê dersên Kurdî destpêkir. Paşê di 1995’an de li Niedersachsen’ê û di 1997’an de jî li NRW’ê. Helbet divê neyê ji bîr kirin, ku di wan salan de gelek Kurd nû hatin Almanya’yê û profîla wan di ya karkerên mêvan cihê bû. Bi taybetî jî ji ber şerê li Bakurê Kurdistan’ê di navbera 1990 û 93’an de hejmareke bilind a Kurdan hatin Almanya’yê.
Heta 2010’an di warê dersên Kurdî de li Almanya’yê pêşketinek pêk nayê. Di sala 2010’an de îcar rêxistineke din a Kurdî YEK-KOM’ê dest bi kampanyayekê dike û dora 50 hezar îmzeyan ber hev dike. Di sala 2019’an de jî îcar li Berlîn, Brandenburg û Rheinland-Pflazê dersên Kurdî dest pê dikin. Herî dawî di sala 2025’an de li Saarbrücken a Saarland’ê dersên Kurdî dest pê kir. Û hejmara zarokan jî li gor sala 2025’an li 7 eyaletan, di 97 dibistanan de 2 hezar û 600 e.
Li Berlîn û Dusiburg’ê ji bilî Kurmancî dersên Kirdkî anku Zazakî jî tên dayîn. Herweha li Köln, Bonn û Ludwigshafen’ê dersên Soranî jî hene.
Tê gûman kirin, ku li Almanya’yê dora milyonek û 300 hezar Kurd hene lê belê hejmara zarokên ku di van dersan de beşdar dibin dora 3 hezar e û pirsgirêkên mamoste û materyalên dersan jî hene. Herweha pirsgirêke din jî ew e, ku ev ders parçeyeke mufredata asayî nîn in û heftê carekê tên dayîn û ders li her dibistanê nîn in û lewma divê zarok riyên dûr biçin, yan divê dêûbav wan bibin û bînin.
Yekitiya Mamosteyên Kurd a Li Almanya’yê radigihîne, ku halê hazir 3500 zarokên Kurdan di dersên zimanê dayîkê de beşdar dibin. Dora 30 mamoste hene, ku di nav wan de bi tenê du mamoste di zanîngehê de beşa zimanê Kurdî xwendine.