Êzîdiyên serkeftî 11 sal piştî jenosîda Şingalê. COSMO Kurdî . 01.08.2025. 26:20 Min.. Verfügbar bis 01.08.2026. COSMO.
CIVAK : Piştî fermanê avakirina jiyaneke nû
Stand:
Em jî di vê podcasta xwe de digel Jamal Darwesh û Farhad Kemal Alman, du xortên ji Şingal’ê dipeyivin, ku piştî fermanê hatine Almanya’yê û ji xwe re jiyaneke nû ava kirine. Lê herweha bi awayekî xwebexş alîkariya kesên din dikin.
Von Kamil Basergan
11 sal piştî fermanê mixabin ji nîvî zêdetir ê Êzîdiyan hîna jî kampan de di bin şert û mercên dijwar de dijîn. Ew herweha tûşî dijwariyên aborî, civakî û dêrûnî dibin. Hevdem, Şingal û der û dora wê hîna jî nehatine ji nû ve avakirin û aramî û aştî jî li herêmê nîne, ku ew bikaribin vegerin. Ya herî girîng jî ew e, ku civaka Êzîdî hîna jî li benda edaletê ye.